Li Mahabadê û Mexmûrê, dar şitil û gul çandin 2020-04-04 12:37:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Mahada Rojhilatê Kurdistanê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bilindahiyên bajêr şitil çandin û 4’ê Nîsanê li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz kirin. Li Mexmûrê jî Jinan bi heman armancê li wargehê dar û gul çandin.    Bi minasebeta 4'ê Nîsanê Rojbuna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 2004'an heta niha gelê Kurd Rojbûna Oclaan pîroz dikin. Gelê Kurd heta 2017'an ji gelek bajaran berê xwe didan Gundê Amara yê Xalfetiyê û pirozbahî li dar dixistin. Lê 3 salin esker Gundê Amara dorpêç dike û destûr nadin ke têkeve gund. Ciwanên Mahabatê jî bi minasebeta 4'ê Nîsanê 71'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dar çandin. Ji ber girîngîdayîna Ocalan a jîngeh û ekolojiyê her sal bi boneya 4’ê gelê Kurd li welat û derveyî welat şitil diçînin. Ocalan jî diyar dike, ‘Dar çandin yek ji pîvanên sereke ya welatparêziyê ye’. Ji ber belavbûna nexweşiya koronayê îsal pîrozbahiyên girseyî û şitil şandinên bi şêweyên qelebalix pêk nayê. Lê bi komên biçûk, şitil anjî gul tên çandin. Ciwanên bajarê Mahabada Rojhilatê Kurdistanê jî bi boneya 4’ê Nîsanê li bilindahiyên bajêr şitil çandin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin.     JINAN LI MEXMÛRÊ DAR ÇANDIN   Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Baxçeyê Dayika Ûveyş dar û gul çandin. Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dibin pêşengtiya Meclîsa Îştar de bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Baxçeyê Dayika Ûveyş dar û gul çandin. Piştî çandina dar û gulan endamên Meclîsa Îştar daxuyaniyek dan. Endama Meclîsê Taybet Kapar li vir daxuyanî da û wiha got: “Wek tê zanîn îro 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê meye. Em rojbûna Rêberê xwe di serîde li malbata Serok, hemû gelê Kurd û bi taybet hemû gerîlayan pîroz dikin. Bi taybet em rojbûna Serokê xwe li gelê Mexmûr pîroz dikin. Her sal me pîrozbahî dikir lê belê vê demê de ji ber nexweşiya heyî me nekarî em bi coşeke mezintir pîroz bikin. Lê hemû gelê Kurd dikare li ber derê xwe, li hemû kolanan, li malan de pîroz bikin. Rêber Apo ne Rêberekî ji rêzêye, gelê Kurd hemû bi fikir û ramanê Rêber Apo xwe naskir Kurdiniya xwe ji bîr nekir. Taybetî gelê Kurd ji xewa giran rakir û da jiyan kirin. Pêwîste gelê Kurd hîn zêdetir li Rêberê xwe xwedî derbikeve. Em wek gelê Kurd û bi taybetş gelê Mexmûr mînetdarên dayika Ûveyşin Rêberek wek Rêber Apo aniye dinê. Em hêvî dikin salek din bi Rêber Apo re 4’ê Nîsanê pîroz bikin. Em dubare rojbûna Rêber Apo li hemû gelê welatparêz, hemû girtiyên zîndanan û bi taybetî gelê Kurd pîroz dikin.”   Piştî daxûyaniyê durişmeyên "Bijî Serok Apo" û "4ê Nîsanê li Rêber pîroz be" berz kirin. x