Amara di bin dorpêça eskeran de ye 2020-04-03 15:19:15   RIHA - Esker û polîsan rojek beriya 71'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hemû rêyên ku diçin Gundê Amara yê ku Ocalan lê ji dayik bûye girtin û gund dorpêç kirin.    Sibê 4'ê Nisanê 71'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana e. Gelê Kurd ji 2004'an heta 2017'an ji çar aliyên Tirkiye û bajarên Kurdistanê her 4'ê Nîsanê bi minasebeta rojbûna Ocalan bi girseyî berê xwe didan Gundê Amara û "Meşa Rojê" li dar dixistin. Lê 3 salên dawî "Meşa Amara ya Rojê" hat qedexekirin û destûr nadin ku keç biçe Amara. Esker û polîsan rojek beriya 71'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hemû rêyên ku diçin Gundê Amara yê ku Ocalan lê ji dayik bûye girtin û gund dorpêç kirin. Esker û polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA rêyên diçin gund girtine û li ser girên bilind bi cih bûne.    Biraziyê Ocalan Alî Ocalan jî diyar kir ku îsal ji ber şewba virûsa corona (Covid-19) dê sibê bi girseyî pîrozbahiyê nekin û tevî vê yekê jî gundê wan ji aliyê esker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ocalan, diyar kir ku hevî û daxwaza wan ew bû ku ev şewb tune bûya û mirovan 4'ê Nîsanê bi coşek mezin piroz kiribûya. Alî Ocalan anî ziman ku îsal ji ber şewbê tu bername amade nekirin û tevî vê yekê hêzên dewletê hemû rêyên diçin Amara dorpêç kirine û pêdivî bi ve yekê tune ye.    Mehmet Ocalan jî duh daxuyanî dabû û xwestibû her kes 4'ê Nîsanê li mala xwe pîroz bike.