Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye 2020-04-03 12:55:01 ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bertek nîşanî ne wekheviya di pêşnûmaya înfazê ya di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de tê ditin, da û got: “Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekê qanûnî ye. Di qanûnan de hemû kes wekehevin û divê ev wekehevî bê parastin.” Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe derbarê rojevên heyî de nirxandin kirin. Gunay, diyar kir ku di têkoşîna li dijî şewba vîrûsa korona (kovîd-19) de li tevahiya cîhanê nîqaşên pir cîdî ji bo guhertinan hene û lê hikumeta AKP’ê di polîtîkayên xwe yên cudakar de bi israre   GIRTÎGEH    Gunay, anî ziman ku vîrûs herî zêde ji bo girtîgehan bi talûkeye û wiha axivî: “Ji ber vê yeke divê demildest girtiyên nexweş û extiyar bên berdan. Lê mixabin di rewşa heyî de heya niha ji bo vê tu pêşketin tuneye. Hikumetê bi hiqûqa dijminantiyê girtî li hemberî vîrûsê bê parastin hiştine û terkî mirinê kirine. Bangên hemû kesên xwedî bi wijdan û exlaq hene. Dîsa bangên girîng ên NY û CPT’ê hene. Dixwazin ku demildest girtîgeh bên valekirin. Lê hikumeta AKP’ê guh nade van bangan û ji nedîtî ve tê. Ev yek jî rê li ber komkujiyê vedike. Berpirsiyariyê vê yeke AKP. Girtî terkî mirinê kirin cinayet û faîlê van cînayetan jî AKP bi xwe ye.”   QANÛNA ÎNFAZÊ   Gunay, da zanîn ku qanûna pêşnûmeya înfazê ya ji aliyê AKP-MHP’ê hatiye amedkirin dê îro di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de bê dîtin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku wekheviya înfazê pêk were emê di Meclîsê de helwestê nîşan bidin. Ji bo vê heya roja îro me têkoşîn da û emê ji vir şûn de vê têkoşîna xwe dewam bikin. Di vê mijarê de, em din ava têkoşînek mezin dene. Wekheviya di înfazê de ne qenciye mafekê qanûniye. Di qanûnan de hemû kes wekhevin û divê ev wekehevî bê parastin.”   Gunay, dest nîşan kir ku Qanûna Têkoşîna Bi Terorê Re (TMK), ji bo cezakirina mûxalîfan veguheriye çekê û wiha bilêv kir: “Pênaseya ‘terorê’ hema bêje ji bo hemû mûxalîfan tê bi kar anîn. Hemû kes dibe ku her kêlî bibin terorîst. Êdî rewş wisan bûye ku siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen, parazvanên mafên mirovan, sendîkavan, jin, xwendekar û ciwan bi teröre tên sûcdarkirin. Ji ber vê ez carek din dixwazim vê yekê bêjim; Divê pênaseya ‘terorê’ ji TMK’ê bê rakirin. Wekheviya di înfazê de, divê ji bo hemû kesan derbas dar be û ji bo parastina mafê girtiyan qanûn bên derxistin. Pêwîste demildest girtîgeh bên valekirin. Vîrus cudakariyê nake, gefê li her kesî dixwe û ji ber vê divê demildest girtîgeh bên valekirin.”   ‘PIŞTEVANÎ Û ŞEWIRMENÎ DÊ CIVAKÊ LI SER PIYAN BIHÊLE'    Gunay, da zanîn ku di van rojên vîrûsa corona de dê piştevanî û şewirmendî civakê li ser piyan bihêle û wiha axivî: "Em bêyî cudakariyê bikin, destdirêjiya hemû kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye wekî erk û peyvirê dibînin. Niha li hemberî me îqtîdara ku vê şewbê ji bo xwe dike firsend heye. Di her qeyranê de dixwaze hêza xwe xurt bike. Têkoşîna li dijî şewba vîrûsa corona ne taqînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP'ê ye. Ger ku pir samimi bin divê bi hêzên muxalif re îtîfaqê çêkin. Divê piştevaniyê bide şaredariyên ku bi vîrûsê re têdkoşe."    'DIXWAZIN CIVAKÊ TUNE BIKIN'   Gunay, destnîşan kir ku hemû hewldanên îqtîdarê li dijî civakê ye û wiha lê zêde kir: "Niha hewldana wan ewe ku civakê tune bikin. Dixwazin her kes mohtacê îqtîdarê be. Bi pakêtên alîkariyê jiyana mirovan dixin talûkeyê. Armanca wan ne ku bibin bersîva pêdiviyên welatiyan. Armanca wan dixwazin welatiyan bikin mohtacê xwe. Em carek din bang li hemû beşên civakî dikin ku piştevanî û şewirmendiyê xurt bikin. Divê her kes bi cîranê xwe re piştevaniyê xurt bike. Divê her kes bi cîranê xwe re piştevaniyê bike û li hev xwedi derkevin."   DIVÊ JIN PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN'     Gunay, herî dawî da zanîn ku tevi hemû astengiyan dê piştevanî û şewirmendiya civakî û jinê xurt bikin û got: "Tora piştevaniya me ya jinan pir xurt e. Heta niha em rastî hezar zor û zahmetiyan hatin. Lê tevi hemu astengiyan me torên piştevaniyê ava kir. Dixwazin di van rojên bi corona de me li dijî dewleta feraseta mêrê serdest bi tenê bihêlin. Tevî hemû zor û astengiyan me tora piştevaniyê pêş xist. Ji ber ku em dizanin ya me biparêze tora piştevaniya civakî ye. Em ê di van rojên coronayê te têkoşîna jiyana hevpar û piştevaniyê bêtir xurt bikin û bidomînin. Em partiya ji bo azadiya jinê û civaka demokratîk têdikoşin. Em hemû pir baş dizanin ku tu rejîmên faşîst, li tenişta civaka ku ji bo aştî, demokrasî, edalet û wekheviye têdikoşe cihê xwe negirtiye. Em ê di her şert û mercan de polîtîkayên qirêj yên AKP’ê ku li dijî gel pêş dixin vebêjin."