Qeyûm mala hevşaredar desteser kir! 2020-04-03 09:31:29 ŞIRNEX - Qeyûmê tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin, mala Hevşaredar Mehmet Zirig desteser kir. Zirig, diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa korona re, qeymûm jî bi cezakirina gelê Cizîrê re mijûle û bertek nîşanî biryara desteserkirinê da.   Di 29’ê Cotmeha 2019’an de qeyûm tayînê cihê Hevşaredarên Navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Ziring û Bêrîvan Kûtlî hat kirin. Qeyûmê tayînê şaredariyê hat kirin Qeymeqamê Navçeyê Sînan Davûtoglû, derbarê mala Hevşaredar Mehmet Zirig û du apên wî de biryara desteserkirinê da.    Komîsyona Lihevkirinê ya Şaredariyê di biryara desteserkirina mala Zirig û apên wî de cih dan vê hincetê: “Derbarê milkê we yê hejmara 5 ada 618 a li Taxa Dîcle de biryar hat dayîn ku bê gelemperî kirin.” Di heman demê de balkêşe ku di biryarê de hatiye gotin “Ev biryara Encumeniya Şaredariyê ye.”    ZIRIG BERTEK NÎŞANÎ BIRYARÊ DA    Hevşaredar Zirig bertek nîşanî biryarê da û derbarê vê rewşê de nirxandan “hiqûqa dijminantiyê” kir. Zirig, diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa korona re, qeymûm jî bi cezakirina gelê Cizîrê re mijûle û wiha axivî: “Ev biryar di rastiyê de, peyama ku ‘ezê te di vir de nedin hewandine.’ Hemû rayedarên saziyên dewletê yên li herêm bûne AKP’î, bi her awayî êrîş dikin. Ji xwe min berî hilbijartinê ev milkê xwe yê tekane aşkere kiribû û saziyên têkildar agahdar kiribû. Ewqas bêperwa bûne ku  êdî malên me ji me distînin û dibêjin ‘emê mala we di serê we de hilweşîn in.’ Îro di şexsê min de ji gelê Cizîrê û gelê kurd re dibijin ku ‘Em ê mala we di serê we de hilweşîn in.’ Lê bila baş bê zanîn ku ne gelê Cizîrê û ne jî gelê kurd tu carî serî natewînin.”   DÊ ÎTÎR​AZ BIKE   Zirig, dest nişan kir ku ji bo biryara “pêdiviya gelemperî” divê biryara Meclîsa Şaredariyê hebe û wiha got: “Meclîsa şaredariyê tüneye. Qeyûm bi tena serê xwe ev biryar daye. Bi çend kesên li dora xwe kom kirine vê biryarê digire. Bi tu awayî ev ne hiqûqiye. Emê jî li dijî vê biryarê îtîraz bikin û mafê xwe yê hiqûqî heya dawiyê bi parêzin.”     MA / Mujdat Can