Arîn a bavê xwe li girtîgehê nas kir: Ez wekheviyê dixwazim 2020-04-03 09:19:00 STENBOL - Arşîn Yelda Baysal a 14 salî ku hêj 2 mehî bû bavê wê hat girtin û rastî cezayê muebeta giran hat, diyar kir ku di vê pêvajoya girtîgeh di bin talûkeya weşba vîrûsê de ye naxwaze beyî bavê xwe bijî û wiha got: "Ez dixwazin di zagonên înfazê de wekhevî û edalet hebe."  Enver Baysal ê 45 salî dema di 9'ê Sibata 2006'an de li qada Bayrampaşa teqînek pêk hat, di 24'ê Gulana 2007'an de ji ber vê teqînê hat girtin û rastî cezayê muebeta giran hat. Baysal tevî tu delîlê têkildarî bûyerê nehat dîtin jî piştî darizandina 5 salan hat cezakirin û 2 caran rastî cezayê muebeta giran hat. Baysal, niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye. Dema Baysal hat girtin keça wî Arin Yelda Baysal hêj du mehî bû. Arîn îro bûye 14 salî û nayê bîra wê ku bavê wê hatiye girtin. Arin Yelda bavê xwe li girtîgehê nas kir. Arîn, ji ber şewba vîrûsa corona ku li hemû cîhan û Tirkiyeyê belav buye dixwaze bavê wê û hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan. Arîn Yelda Baysal têkildarî pakêta darazê ya înfazê ku AKP-MHP'ê amade kirin û anîn rojeva meclîsê wiha got: "Êz dixwazin li gorî wekhevî û edaletê ev qanûn bê amadekirin. Vî temenê xwe û şûnde ez naxwazim bê bavê xwe bijîm. Ez dixwazim bi bavê xwe re mezin bibim. Her çend min bavê xwe li derve nas nekir jî bi hezkirina wî li hundir da min ez bi hêz bûm. Min bavê xwe di hevdîtnên vekirî, hevdîtinên girtî, telefon  û nameyan de nas kir. Ev ji bo min pir zor û zahmet bû.  Ji ber vê şewbê li girtîgehan jiyan bêtir dijwar bûye. Ez dixwazim bavê min û hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan."     'MALZEMEYÊN PAQIJIYÊ NADIN ME'    Leyla Çetîn ku wê û Enver Baysal dest ji hev berdane ji wiha got: "Enver bê delîl û bê sebeb hat girtin û rastî ceza hat. Tevî ku delîl tune bû jî rastî cezayê muebeta giran hat. Ev ne mirovî û ne li gorî edaletê ye. Wekî keça min gelek zarok bavê wan girtî ne. Arîn Yelda hêj 2 mehî bû bavê wê hat girtin. Keça min pêvojoyek pir zor û zahmet derbas kir. Keça min bavê xwe li girtîgehê nas kir. Li vî welatî wekî keça min bi hezaran zarok hene. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev ne sûcê rûreşiyê ye. Ez roja înê bi telefonê bi Enver re axivîm. Got girtîgeh li dijî vê şewbê nehatiye dezenfektekirin û malzemeyên paqijiyê nadin wan. Diyar kir ku li dijî vê şewbê tu tedbîr nehatine  girtin.  Ev şewb cudakariyê nake. Lê hikûmet cudakariyê dike. Ez jî wekî keça xwe di zagona înfazê de wekheviyê dixwazim."    MA / Semra Turan