Ji welatiyan Selika Piştevaniyê 2020-04-02 15:17:20   STENBOL - Li Navçeya Fatîhê ya Stenbolê welatiyan Selika Piştevaniyê çêkirin û gotin "Yên derfetên wan heye alîkariyê têxin selikê, yên pêdiviyên wan heye ji selixê derxin."     Ji ber vîrûs li kolan û taxên hemû bajarên cîhanê belav bide, êdî her kes di malên xwe de hatine hepiskirin. Li Navçeya Fatîhê ya Stenbolê jî welatiyan ji bo piştevaniya hev bikin serî li rêbazên alîkariyê didin. Welatiyan ji bo piştevaniyê "Selika Piştevaniyê" danîn û li ser kartonekê nivîsa "Yên derfetên wan heye alîkariyê têxin selikê, yên pêdiviyên wan heye ji selikê derxin." nivîsandin.