Prof. Dr. Taşçioglû hat veşartin 2020-04-02 14:46:33   STENBOL – Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû yê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da spartin axê. Ji bo Taşçioglû li ber Fakûlteya Tibê ya Çapayê rêz hat girtin.    Prof. Dr. Cemîl Taşioglû (67) yê bi nexweşîna vîrûsa koronayê ket duh jiyana xwe ji dest dabû cenazeye wî îro hat veşartin. Nimêja cenazeye Taşçiogli îro li Goristina Nakkaştepe ya Uskudarê hat kirin. Malbata Taşçioglû û xizm û dostên wî beşdarî merasîma cenaze bûn. Di çarçoveya tevdîrên vîrûsê de maske hatin belavkirin û bi mesafeya sosyal cenaze hat veşartin.    Veşartina cenaze ji aliye wezîfedarên cilên taybet li xwe kirin ve pêk hat.  Hevalên xebatê yên Taşçioglû jî li ber Fakûlteya Tibê ya Çapa ku lê wezîfedar bû rêz girtin û wî bibîr anîn.    'ÊŞA ME MEZIN E’    Piştî rêzgirtinê Dekanê Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Tûran Tukek axivî û got: “Em ji bo mezinê me Prof. Dr. Cemîl kom bûne. Êşa me gelek giran û mezin e. Ji bo me însanek gelek hêja bû. Ez hêvîdarim wê ji niha şûn ve kes jiyana xwe ji dest nede.”    Ji bo Taşçioglû li gelek bajarên din jî xebatkarên tenduristiyê rêz girtin.  Hat zanîn ku li Fakûlteya Tibê ya Çapayê ku  Prof. Taşçioglû lê hat tedawîkirin du bijîşkên din jî tên dermankirin.