Tulay Hatimogulllari: Daxuyanî ne zelal in 2020-04-02 12:41:02   EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç ji bo Wezîrê Tenduristiyê têkildarî rewşa Edeneyê ya şewba vîrûsa corona bibersivîne pirsname da meclîsê. Hatimogullari, anî ziman ku li gorî daneyên TTB'ê 550 nexweş bi şika vîrûsê li nexweşxaneyan tên tedawîkirin û ji wezîr xwest ku agahiyên zelal bidin.    Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari Oruç, diyar kir ku ji 11'ê Adarê heta niha daxuyaniyên Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca ku bi cemaweriyê re parve tike ne zelal in. Hatimogullari, têkildarî rewşa Edeneyê ya şewba vîrûsa corona bibersivîne pirsname da meclîsê. Hatimogullari, anî ziman ku li gorî daneyên TTB'ê 550 nexweş bi şika vîrûsê li nexweşxaneyan tên razandin u wiha got: "Di nava nexweşan de 63 kes rewşa wan giran e. 15 kes ji wan bi rêya cîhazê nefesê distînin. Dîsa 12 xizmetkarên tenduristiyê bi şika vîrûsa corona tên şopandin.   Hatîmogullari ji bo wezîr Koca bibersivîne ev pirs pirsîn:    * Li Edeneyê li çend navendan testa vîrûsê tê kirin? Li van navendan rojê testa çend kesan tê kirin?  * Kesên testa wan posîtif derdikevin temenê wan û zayenda wan çiye? Dê Midûriyeta Tenduristiyê ya Edeneyê, rojene encama rewşa şewba vîrûsê bi gelê bajêr re parve bike?  * Li Edeneyê ji bo nexweşên bi şewba vîrûsê ketine çend doşek hatine cudakirin? Çend unîteyên beşên venêrtina zêde hene?  * Li Edeneyê çend kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane? Temenê wan û zayenda wan çiye?  * Agahiyên nexweşên ku teşhîsa şewba Kovid-19 hatiye kirin, bi xizmetkarên tenduristiyê re tê parvekirin? Xizmetkarên ku bi van nexweşan eleqeder dibin tên şopandin?  * Amûr û malzemeyên ji bo parastinê ku divê saetê carekê bidin xizmetkaran, rojê carekê didin wan. Ev rast e?  * Kesên ji Umrê hatine Edene û Navçeyên wan tên şopandin ya na?  * Yek ji bajarên şewba vîrûsê lê belav buye Edeneye. Sedema wê çiye?  * Midûriyeta Tenduristiyê ya Edeneyê çima daxwazên Nûnerên TTB, SES û KESK'ê yên der barê pandemiyê de bê bersîv dihêl.