Xizmetkarên tenduristiyê dê Taşçioglu bi rêzgirtinê bibîr bînin 2020-04-02 12:01:29   ÎZMÎR - Odeya Tabiban a Îzmirê, dê Prof. Dr. Cemîl Taşçioglu yê ku dema li dijî vîrûsê têdikoşiya û bi şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest da, bi rêzgirtinê bibîr bînin.    Pisporê nexweşiyên sing û qefesa mirovan Prof. Cemil Taşçioglu, dema li Nexweşxaneya Çapa ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê peyvir dikir û li dijî vîrûsê têdikoşiya, bi şewba vîrûsa corona ket û jiyanaxwe ji dest da. Odeya Tabîban a Îzmirê, ji bo Prof. Dr. Taşçioglu bibîr bînin û piştgiriya hemû xizmetkarên tenduristiyê yên li dijî vîrûsa corona têdikoşin saet di 12.00’an de 1 deqîqeyê rêz bigirin.