Xwestin înfaza girtiyê nexweş Sabrî Kaya taloq bikin 2020-04-02 11:07:37   EDENE - Parêzerê girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê ku piştî qeyrana dil derbas kir û xwîn çû ser mejiyê wî 10 rojin li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniye tê dermankirin, serî li dozgeriyê dan û xwestin înfaza Kaya taloq bikin.    Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Osmaniyê tê ragirtin, di 25'ê Adarê de qeyrana dil derbas kir û xwîn çûbû ser mejiyê wî. Kaya 10 rojin li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê tê dermankirin. Kaya 5 rojan li beşa venêrtina zêde hat girtin û di 30'ê Adarê de rakirin qawîşa girtiyan. Parêzer Şiar Rişvanoglu ji bo muwekîlê wî Sabrî Kaya serbest bê berdan û înfaza wî bê taloqkirin serî li Hekîmê Înfazê yê Osmaniyeyê da û xwest înfaza wî taloq bikin.