Işik: Qanûna înfazê ji bo mafya û çeteyan hatiye amadekirin 2020-04-02 10:45:34   WAN - Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik, diyar kir ku tu aliyê sincî û zagonî yên vê qanûna înfazê tune ye û wiha got: “Ev pakêt ji bo sucê rêxistinên organîze, mafya û çeteyan hatiye amadekirin."    Îqtîdara AKP-MHP'ê bi hevre parêta qanûna înfazê amade kirin û pêşkêşî meclîsê kirin. Li gel rexneyên rêxistinên civakî û partiyên muxalif dîsa pakêt bêyî daxwaz û rexneyan li ber çavan bigirin û anîn rojeva meclîsê. Di pakêtê de girtiyên siyasî sûdê nagirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mûşê Prz. Mensur Işik, bertek nîşanî pakêtê da û diyar kir ku bi vê zagona înfazê cudakariyê dixin nava civakê. Işik, anî ziman ku pakêta înzfazê tenê ji bo beşek girti hatiye amadekirin û wiha got: “Ev nêzîkatiyek klasîk a bloka faşîzt a AKP-MHP'ê ye. Ev pakêt dê roja înê biçe Komîsyona Edaletê. Mixabin mirov nikare ji vê bloka îtîfaqê tişteki bipê. Ev pakêtê ji bo kesên dixwazin serbest berdin hatiye amadekirin.  Tu aliyê sincî û zagonî yên vê qanûna înfazê tune. Ev pakêt ji bo sucê rêxistinên organîze, mafya û çeteyan hatiye amadekirin. Ev minaka dijminantiya civakê ye. Ev pakêt li dijî hiqûq, sinc û wicdan e. Di vê pêvajoya ku hemû cîhan li dijî şewba vîrûsê şewirmendî û piştevaniyê xurd dike de, civakê perçe dike.    LI GELEK WELATAN BI DEH HEZARAN GIRTÎ HATIN BERDAN   Işik, herî dawî anî ziman ku li gelek welatan girtiyên siyasî jî di navde bi deh hezaran girtî hatin berhdan. Em bang dikin ku ji bo rê li pêş vê bêhiqûqî, bê edaletî û neheqiyê bê girtin ev firsendek e. Ji bo vê yekê divê bi pêkata ji bo her kesî edalet û edaleta bê cudakarî hûn dikari vê neheqiyê ji holê rakin. Divê bi wesîleya 100'emîn sala Melîsa Tirkiyeyê efoya giştî ku her kesî dixe nava xwe derxin.