Dolar 6,70'î derbas kir 2020-04-02 10:13:20   ENQERE – Dolar tevgera xwe ya li gorî piyasa kadî didomîne û di seriya 6,70’yî de dest bi rojê kir. Li ser nûçeyên lihevkirina Erebistana Siûdî û Rûsyayê, bihayê petrolê jî zêde bû.   Vîrûsa koronayê bandora xwe ya neyî ya li ser piyasên Cîhanê didomîne. Borsayên Amerîkayê, duh di girtinê de di seriya ji sedî 4’î de kêm bûn. Borsayên Asyayê jî kêmbûneke ne pirs dest bi rojê kirin. Dolar, di seriya 6,70’yî de dest bi rojê kir. Ji nîvê şevê ve dolar heta 6,7120'yî derket. Euro jî nêzî 7,35 dest diguherîne.   BIHAYÊ PETROLÊ ZÊDE BÛ   Sernavê rojê yê herî bi liv û tevger bihayê petrolê ye. Bihayê petrolê, li ser nûçeyên lihevkirinê Erebistana Siûdî û Rûsyayê, di seriya ji sedî 6’an de zêde bûn. Fiçiya petrolê ku duh bi 24 dolaran bû, îro derket seriya 26 dolaran.   TRUMP LI BENDE LIHEVKIRINÊ YE   Serokê Amerîkayê Donald Trûmp jî diyar kir ku ew li bendê ye ku di çend rojên pêş de Erebistana Siûdî û Rûsya şerê xwe yê bihayê petrolê bi dawî bikin û li ser hilberandinê li hev bikin. Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Trûmp Robert O'Brîen jî ragihand ku ji bo sererastkirina piyasa kadî ya petrolê dê bi hilberînerên mezin ên petrolê re bixebitin.