Hunermend û nivîskar: Divê ji bo girtiyan înfaza wekhev pêk bê û hemû girtî werin berdan 2020-04-02 10:12:42   STENBOL – Kesên tên nasîn li dijî guhertina yasaya înfazê ya ji bo şewbê hat amadekirin derketin û gotin: “Nabe ku girtiyên siyasî derveyî werin hiştin” û destekê dan kampanya “Înfaza Wekhev.”    Vîrûsa koronayê her ku diçe li Tirkiyê belavtir dibe û metirsiyên mezin bi xwe re tîne. Bi taybetî jî ev vîrûs ji bo girtiyan wek xetereyek mezin tê dîtin. Hikumeta AKP’ê ji bo girtiyan birêkûpêkkirina yasaya înfazek nû amade kir û girtiyên siyasî derveyî vê pakêtê hişt. Gelek kesên navdar bertek nîşanî vê nêzîkatiya AKP’ê dan.    BARBAROS ŞANSAL: JI BO HER KESÎ WEKHEVΠ   Sêwirvanê modayê Barbaros Şansal diyar kir ku divê ev yasaya înfazê li gorî ‘rêgeza wekheviyê’ ya qanûna bingehîn were amadekirin û got: “Ji bo her kesî wekhevî lazim e. Raman û fikr ne sûc e. Raman di qanûna bingehîn de ne sûc e. Ji bo vê yekê divê girtiyên siyasî werin berdan.”    AHMET NESÎN: WÊ RÊ LI BER FELAKETÊ VEKE    Rojnameger-nivîskar Ahmet Nesîn jî da zanîn ku ev yasaya înfaza nû dê rê li ber felaketek mezin veke û got: “Bifikirin dewlet ji xelkê re dibêje alîkariyê bidin min. Serokkomarê herî dewlemend ê cîhanê ji xelkê parsekiyê dike. Ji bo Tirkiyê tu bawerî û hêviya min ji îqtîdara Erdogan nîne.”    AYFER DUZDAŞ: DEWLET BERPIRSIYAR E    Hunermend Ayfer Duzdaş jî destnîşan kir ku di van rojên giran ên vê şewba kujer de parastina jiyane û tenduristiya girtiyan wezîfeya yekemîn a dewletê ye û divê hemû girtiyên siyasî werin berdan.    EZEL AKAY: BI LEZGÎNÎ DIVÊ WERIN BERDAN    Derhêner Ezel Akay jî da zanîn ku ji ber vîrûsa koronayê divê hemû girtîgeh werin parastin û got: “Yasaya înfazê ji bo vê hat derxistin. Hemû girtiyên siyasî, rojnameger yanî her kesê ji ber ramanên xwe hatiye girtin divê bi lezgînî werin berdan. Divê hemû girtiyên siyasî ji yasaya înfazê sûd werbigirin.”