Civaknas Dara: Piştgiriya van rojan jiyanî ye 2020-04-02 09:48:02   WAN - Civaknas Basrî Dara bal kişand ser talûkeya vîrûsê ya li hemû cîhanê belav dibe û wiha got: "Şewirmendî û piştevaniya van rojan jiyanî ye. Dema banga 'Li malên xwe bimînin' li mirovan tên kirin divê pêdiviyên malbatan ên aborî jî bên temînkirin. Dewleta civakî ji bo rojên wisa ne."    Vîrûsa corona (Covit-19) li hemû cîhanê belav dibe û heta niha li tevahiya cîhanê 47 Hezar û 250 mirov ji ber vê şewbê mirin. Li dijî talûkeya vê şewbê nûnerên rêxistinên civakî, partiyên siyasî û pêşengên civakê banga "Li mal bimîne" dikin. Lê li aliyê din jî "Derneketina ji mal" pirsgirêkên din bi xwe re tîne. Li aliyekî tundiya nava malê zêde dike, li aliyê din pirsgirêkên debarê zêde dibin. Têkildarî tesira şewba vîrusa corona ya li ser civak û aboriyê Civaknas Basrî Dara ku bi salan e di saziyan de civaknasiyê dike nirxandin kir. Dara, anî ziman ku rayedarên dewletê bi salan qala "Dewleta civakî" dikin, lê heta niha dewleta civakî nexistine meriyetê û wiha got: "Di vê pêvajoyê de roja ku dewleta civakî erka xwe pêk bîne ye. Gotina "Dewleta Civakî" tam ji bo van rojan lazim e. Divê di van rojên zor de ev têkeve pratîkê."   Dara, ani ziman ku li aliyekî banga "Li malê bimîne" tê kirin, lê li aliyê din pirsgirêka debarê derdikeve holê û wiha axivî. "Dema banga "Li mal bimîne" bê kirin divê pêdiviyên malbat û civakê yên aborî û derbarî bê pêşwazîkirin. Divê li pişt van bangan "Dewleta civakî" têkeve nava tevgerê. Divê pêwistiyên civakê pêşwazî bikin. Divê hemû pêdiviyên civakê yên aborî, tenduristî û jiyanî bên temînkirin."    'AN EM Ê LI MALÊ JI BIRÇÎNA BIMIRIN AN JÎ EMÊ RÎSK BIDIN BER ÇAVAN'    Dara, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piraniya civakê ji ber qeyrana aborî û pirsgirêka debarê neçar e ku derkeve kolanan û wiha lê zêde kir: "Mixabin kevneşopiya dewletê ku heta niha hatiye, ji bo mafê aborî, ramanî, tenduristiya civakê tiştek nekir. Gelê herêmê li dijî xizaniyê şerekî dijwar dide. Derketina mirovan a kolanan wekî ku mirov meseleyê cîdî nagirin nîşan din. Hişekî ava dikin. Lê ne wisa ye. Mirov ji bo debarê neçar in derkevin kolanan. Mirov dibêjin 'An emê li malê ji birçînabimirin an jî em ê rîsk bidin ber çavan'. Divê dewleta civakî li vir rola xwe bilîze."    PIŞTEVANÎ JIYANÎ YE   Dara, herî dawî bal kişand ser girîngiya şewirmendî û piştevaniya civakî û wiha bi dawî kir: "Di van rojan de piştevanî û şewirmendiya civakî, aborî û derûnî pir girîng e û jiyanî ye. Di vê pêvajoyê de pêwist e her kes hinek berpirsiyariyê bide ser milê xwe. Divê mirov xwe biparêze, lê divê divê piştevaniya hev jî bikin. Îro piştevaniya civakê jiyanî ye. Divê mirov xwe bi tenê hîs nekin. Lazim e di  vê pêvajoyê de em derûniya zarokan jî biparêzin. Divê bi zimanekî guncav ji zarokan re ev rastî bê vegotin. Divê mirov pêvajoya izolasyonê j bo wan bike pêvajoyek bi bereket. Divê malbat zêde bi zarokan pirtûkan bidin xwendin. Di vê pêvajoyê de karibin betir bi listika kişikê bilîzin.    Divê êdî her kes baş zanibe ku xweza ji bo mirov çiqas girîng e û perçeyekî jiyana mirov e. Ji ber kusermayedarên kurevî hemû xweza talan û wêran kirin.    MA / Adnan Bilen