‘Ji bo ku ji zindanan cenaze dernekevin bibin deng’ 2020-04-02 09:17:35   AMED - Malbatên girtiyên nexweş bang li kesên xwedî wicdan kirin û gotin: “Ji bo ku ji girtîgehan cenaze dernekevin em bang li kesên xwedî wicdan dikin ku dengê xwe bilind bikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”   Malbatên girtiyan ji ber talûkeya şewba vîrûsa coronayê ji rewşa zarokên xwe bi fikar in. Malbat daxwazin ku qanûna înfazê ya ku AKP’ê anî meclîsê bê guhertin û hemû girtî wek hev ji zagonan sûdê bigirin û girti bi lez bêne berdan. Girtiyê nexweş ê 80 salî Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) jî bi angaşta têkiliya wî bi kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin re heye û 26 salin girtî ye. Ozkan heta niha li 7 girtîgehan maye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de bi kurê xwe Ahmet Ozkan re dimîne. Tevî ku rewşa nexweşiya Ozkan girane jî nayê berdan. Keça Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku duh bavê xwe re bi telefonê axiviye û wiha got: “Di telefonê de dengê bavê min gelek nexweş di hat. Di 31’ê Adarê de nexweş bibû. Rakiribûn revîrê tenê dermanê daxistina germa laşê mirov dabûn paşve şandibûn odeya wî. Bi birayê min re heman odeyê de ye. Birayê min pêwîstiyên wî bi cih tîne. Tena serê xwe nikare pêwistiyên xwe bicih bîne.”   ‘BI LEZ GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN’   Ozkan, bang li her kesî kir ku piştevaniya kampanyaya imzeyan a MED TUHAD-FED’ê ji bo di qanûna înfazê de rêgezeke wekhev dayî dest pê kirin, bikin û wiha axivî: “Heta niha rewşa girtiyan di raya giştî de zêde cih negirt. Li ser hikumetê zexteke zêde nehat kirin. Di qanûna înfazê de jî dixwazin girtiyên siyasî derveyê wê bihêlin. Ji ber nexweşiya vîrûsa coronayê bavê min di bin rîskeke mezin de ye. Divê bi lez û bez girtiyên nexweş û ên giran werin berdan. Divê girtiyên nexweş nebin mijara bazarê.”   ‘BI ME RE TEKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN’   Dayika girtî Mehmet Akpolat ê 45 salî 26 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de dimîne, Hanife Akpolat jî da zanîn ku lawê wê dema hatî girtin îşkenceyeke mezin dîtibû û wiha got: “Lawê min dema di sala 1994’an de hatî girtin ji ber îşkenceyê binê lingên wî teqiyan û pênc emeliyat derbas kir. Carekê jî ji serê xwe emeliyat bûye. Nexweşiya wî ya behntengiyê heye. Ji ber cihê niha lê nexweşiya wî bêhntengiyê her ku diçe pêş dikeve. Dema em diçûn hevdîtinê bi makîneya nexweşiya bêhntengiyê dihat. Tenê daxwazeke min heye. Ji bo ku ji girtîgehan cenaze dernekevin kesên xwedî wicdan ji dengê me re bibin deng û bi me re têkoşîneke hevpar bimeşînin.”   ‘DERIYÊ GIRTÎGEHAN VEKIN’   Akpolat, bal kişand ser qanûna înfazê ya ku AKP’ê anî meclîsê û wiha got: “Heviya me ya ji qanûna înfazê heyî ewe ku di çarçoveya heq û hiqûqê tevbigerin. Em dixwazin di qanûna înfazê de deriyê girtîgehan vekin. Em edaletê û wekheviyê dixwazin. Kampanya MED TUHAD-FED’ê ya îmzeyan di heman demê de daxwaziya me ye."    MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme