Guven: Deriyê zindanan vekin 2020-04-02 09:10:40   AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven xwest ku hêj komkujî çênebûyî deriyê girtîgehan bêne vekirin û got: “Li gelek welatan tedbîr hatin girtin û deriyê girtîgehan hat vekirin. Lê hêj li Tirkiyê deriyê girtîgehan nehetiye vekirin.”   Bi pêşengiya MED-TUHAD-FED'ê, 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê bi sernavê "Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev" kampanya dabûn destpekirin. Kampanya niha bi tevlêbûna 63 saziyan berdewam dike.  Qanûna înfazê ya ku AKP’ê anî meclîsê girtiyên siyasî derve hatine hiştin. Yek ji rêxistinên ku di nava kampanyaya îmzeyê de cih digire Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven der barê kampanyaya îmzeyê û qanûna înfazê ya ku anîne meclîsê axivî. Guven, diyar kir ku vîrûsa coronayê tevahî cîhanê belav dibe û her roj mirin û nexweş zêdetir dibin û wiha got: “Li hemberî belavbûna vîrûsa coronayê hewceye ku em ji bo zindana tiştekê bikin. Me ji ber vê yekê kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Em dixwazin bi vê kampanyayê milyoneke îmzeyê kom bikin û ji Wezîrê Dadê re birêkin.”   ‘JI ŞAŞITIYÊ BIZIVIRIN’   Guven,  bal kişand ser qanûna înfazê ya ku hikumeta AKP’ê aniye meclîsê û wiha axivî: “Me di nav paketa qanûnê de dît ku dîsa dubendî heye, girtiyên siyasî dîsa tune ne. Tenê ji hinekan re ew paket amade kirine û derxistine. Em jî li hemberî vê bê deng namînin. Em dibêjin ku girtiyên siyasî tenê ji bo ku fikr û ramanên xwe ji raya giştî re parvekirine niha girtî ne. Ji ber vê yekê lazim e qanûn were berfireh kirin. Li hemberê mirinê lazim e tedbîr werin girtin û 300 hezar girtî werin berdan. Li gelek welatan ev tedbîr hatin girtin û deriyê hefsa hat vekirin. Gelo çima li Tirkiyê deriyê hefsa nayê vekirin? Çima dubendî dikeve nava girtiyan. Li hemberî mirinê di wijdana gel de herkes wek hevdû ye. Kes nikare cudabûnekê bêxe navberê. Em jî ji Wezîrê Dadê û hikumeta AKP’ê re dibêjin ku vê dubendiyê nekin. Wijdana mirovan neêşînin. Hîn dem heye, ji vê şaşitiyê bizivirin. Gereke deriyê hefsa vebibe.” , ‘JI BO BAŞITIYA GELAN DERIYÊ ZINDANAN VEKIN’   Guven, dest nîşan kir ku kampanyaya îmzeyan gelek girîng dibînin û wiha berdewam kir: “Ne tenê em niha gelek saziyên sivîl kampanya  destpêkirine. Gelek nerazîbûn li hemberî vê paketê heye. Hemû rewşenbîr, hunermend, helbestvan û herkes di nav de dengê xwe bilind dikin û dibêjin ji vê şaşitiyê bizivirin. Em jî dibêjin bi vî şiklî encam nayê standin. Heke em bixwazin ji bo tevahî gelên ku li Tirkiyê dijîn başitiyekê bikin wê demê divê em deriyê zindanan vekin. Bila zarok, jin û mêr nekevin nav metirsiyê bila herkes were mala xwe û jiyana xwe li mala xwe berdewam bike.”   ‘LI DIJÎ MIRINÊ DIVÊ EM GIRTIYAN BIDIN JIYÎN’   Guven, bibîrxist ku ji ber guhertina qanûnan a AKP’ê kampanyaya îmzeyan daye dest pê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP dixwaze hinek girtiyan berde em jî dibêjin ku ne hinekan temamê girtiyan berdin. Çima hûn cudatiyê dixin navbera girtiyan. Ji ber vîrûsa coronayê sûcê wan çibe bila bibe gereke tevahî girtiyan berdin. Ji ber vê jî em ê milyoneke îmzeyan komî ser hev bikin. Em bangî gelê xwe dikin ku herkes vê kampanyayê îmze bike û li derdora xwe belav bike. Em dengê xwe bigihînin wezîrê dadê bêjin ku em ve zagonê qebûl nakin. Di heman demê de bi lez û bez li hemberî mirinê divê em girtiyan bidin jiyîn. Ji kerema xwe re dengê gelan bibîhizin û vê qanûnê berfirehtir bikin ku girtiyên siyasî jî di nav de bin.”   ‘KES NIKARE JI BIN VÎ BARÎ DERKEVE’   Guven, da zanîn ku vîrûs bikeve hûndirê girtîgehan wê komkujiyek çêbe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi xemgînî dibihîzin ku li gelek zindanan hevalên girtî nexweşbûne, agirê wan bilind bûye û rakirine revîrê em jî malbatên wan jî nizanin rewşa wan çawa ne. Heke tedbîr neyê girtin û deriyê zindanan venebin wê demê dê li zindanan komkujî çêbibe. Kes nikare ji bin vî barî rabibe. Di dîroka Tirkiyê de jî dê bibe lekeyeke reş. Ji ber vê yekê hêj komkujî li zindanan pêk nehatî derê zindanan vekin.”   MA / Fahrettîn Kiliç- Ayşe Surme