Di rojên coronayê de eleqeya ji bo ataran 2020-04-02 09:03:42   WAN - Waniyên ku ji bo xwe ji vîrûsa coronayê biparêzin berê xwe didin ataran, herî zêde zencefîl û zeferanê distînin.    Wanî ji bo xwe ji vîrûsa coronayê (Covîd-19) biparêzin berê xwe didin ataran. Welatiyên ku li ber dikanên ataran dikevin rêzê, herî zêde zencefîl û zeferandê distînin. Her wiha atarvanan jî anî ziman ku karê wan ê niha ne kêmî yê zivistanê ye.    Atarvan Metîn Dedeoglû, mişteriyên tên naxe hundir li ber derî wan pêşwazî dike. Dedoglû, tiştên mişterî dixwazin ji wan re dike pakêt û dide wan.    ELEQE ZÊDE BÛYE   Dedeoglû, anî ziman ku bi belavbûna şewba coronayê re eleqeya ji bo ataran zêde bûye û got: "Mirov ji dêvla nexweşxaneyan berê xwe didin ataran ku wekî tiba alternatîf tê zanîn. Em jî alîkariya welatiyan dikin. Bi qasî em dizanin çi bi kêrî çi tê em alîkariya wan dikin. Niha tişta herî zêde em difiroşin xernûf, dimsa xernûfan, propolîs, polen, zencefîl, tarçîn, çaya zivistanê ye. Ji xwe mirov dizanin kîjan tişt baş e. Dizanin wê çi bikirin. Ew çi bixwazin em jî alîkariya wan dikin."    HERÎ ZÊDE ZENCEFÎL Û ZEFERAN    Dedeoglû, nexweşên b grîbê dikevin herî zde zencefîl û zeferanê dikirin û got: "Niha herî zêde em van her duyan difiroşin. Kesên nexweşîna şekir bi wan re tuneye zencefîl û hinguv pev re dixwin. Zeferan jî bi bi hungiv an jî bi şîr tê vexwarin. Her wiha zencefîla teze jî heye. Wê rinde dikin û tevî lîmonê dixwin."    Dedeoglû, destnîşan kir ku kesên enxweşîna şekir bi wan re heye jî herî zêde reşreşkê dikirin û got, gelek fêdên reşreşkê hene.    Her wiha Dedeoglû, destnîşan kir ku hin berên ku herî zêde zivistanê tên firotin niha jî eleqeya ji bo wan zêde ye û got: "Her wiha di warê fiyet de jî me tu tişt biha nekiriye. Cihê ku em jê dikirin pir ne biha ye. Loma fiyetê me û yê zivistanê heman fiyet e."    MA / Bariş Donmez - Mesût Bagci