Li Amedê hêjmara kesên bi şewba covît-19 ketine zêde dibe 2020-04-01 13:11:40   AMED - Li Amedê hêjmara kesên bi şika ku bi şewba vîrûsa corona Covid-19 ketine û rakirine nexweşxaneyê zêde dibin.    Li Amedê her ku diçe hêjmara kesên bi şika ku bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketine rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê têne dermankirin zêde dibin. Heta niha li tevahiya nexweşxaneyên bajar di xwîna 24 kesan de vîrûs hat dîtin û 12 kes rakirin unîteya beşa venêrtina zêde. Bi giştî 123 nexweş bi şika şewba Covid-19 li nexweşxaneyan têne dermankirin. Hat diyar kirin ku Ajokarê TIR'ê yê çûbû Îtalya ji be laşê wî sincirî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê û tedawî dibe. Li Hênê heta niha di 2 kesan de encama testa Kovid-19 pozitif terketiye. Li tevahiya bajar 26 nexweş tabûrcî kirine.    Li tevahiya Amedê heta niha 4 nexweşên teşhîsa vîrûsê hat kirin û nexweşekî bi şika şewbê, bi giştî 5 nexweşan jiyana xwe ji dest dane.