Li cîhanê Covid-19: Hêjmara miriyên DYA'yê yên Çînê derbas kirin 2020-04-01 12:53:06 NAVENDANÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketine 845 hezar derbas kir. Heta niha li tevahiya cîhanê zêdeyî 42 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Kesên ji şewbê xelas bûn jî zêdeyî 176 hezar kesan e. Di cihanê de herî zêde li îtalyayê mirovan jiyana xwe ji dest dan û hêjmar gihişt 12 hezar û 428 kesan.  Li DYA'yê jî hêjmara kesên jiyanaxwe ji dest dan gihişt 4 hezar û 055'an û Cîn derbas kir.  Li cîhanê şewba vîrûsê her roj bi deh hezaran zêde dibe. Dîsa hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dide bi hezaran zêde dide. Li gorî daneyên dawî yên navneteweyî heta niha li tevahiya cîhanê kesên ji ber vîrûsa corona (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan gihişt 42 387 kesan. Kesên bi şewbê ketine jî gihişt 861 hezar û 306 kesan. Li welatê cîhanê herî zêde li Îtalya mirovan jiyana xwe ji dest dan û hêjmar gihişt 12 hezar û 428 kesan. Di rêza duyemîn de Îspanya heye û li Îspanyayê heta niha 8 hezar û 269 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di rêza sêyemîn de DYA heye û li DYA jî heta niha 4 hezar û 55 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên bi vîrûsê ketin jî 188 hezar û 59 kesin û bi vê yekê Çîn derbas kir. Li Çînê ku şewb pêş ket û li devahiya cîhanê belav bû jî  heta niha 3 hezar û 305 kesan jiyana xwe ji dest daye.    LI ÎNGÎLTERE DI ROJEKÊ DE 393 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li Îngîltereyê jî di rojekê de 393 kesan jiyana xwe ji dest dan û hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihşit 1801 kesan. Dîsa li Fransaye jî di nava 24 saetên dawî de ji ber Covid-19 bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 24 saetên dawî de 499 kesan jiyana xwe ji dest dan û gihişt 3 hezar û 523 kesan. Li Îranê jî di 24 saetên dawî de 150 kesan jiyana xwe ji dest dan û heta niha 2 hezar û 898 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şewba ku li Cîhê dest pê kir heta niha li 200 welatan belavbûne û    LI ÎTALYA DI ROJEKÊ DE 837 KES MIRIN    Li cîhanê herî zêde vîrûsê bandora xwe li Îtalyayê kirin. Di 24 saetên dawî de 837 kes ji ber vîrûsê mirin. Heta niha ji ber şewba Covid-19 li tevahiya Îtalyayê 12 hezar û 428 kes mirin.    LI TIRKIYEYÊ 214 KES BI VÎRÛSÊ MIRIN   Li Tirkiyeye jî li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, hejmara kesên bi şewba vîrûsa coronayê ketine gihiştiye 13 hezar û 531'an. Hêjmara kesên bi vîrûsê mirin jî gihişt 214'an.