Li Meletiyê banga ‘girtiyan berdin’ hat kirin 2020-04-01 12:37:19   MELETÎ – Li Meletiyê 18 partî, sendika, komele û weqf ji ber vîrûsa koronayê banga berdana girtiyan kirin.    Li Meletiyê partiyên siyasî, sendika, weqf û komele jî di nav de 18 rêxistinan ji ber vîrûsa koronayê daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin li dijî vê şewba bi lez û bez belav dibe dereng hatiye mayîn û beşek civakê hatiye îzolekirin û beşek civakê jî jiyana xwe ya kar û xebatê didomîne. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ev dereng mayîn û du beşiya civakê ne çareserî ye.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê li dijî koronayê extiyar, astengdar, kêmanî, gelên xwecihî, penaber, koçber, bêmal û feqîr neyên piştguhkirin û divê demildest ji bo xebatkarên tenduristiyê wesayîtên taybet werin temînkirin û testa hemû xebatkarên tenduristiyê were kirin.    Di daxuyaniyê de ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê tevdîr hatin rêz kirin û ji bo girtiyan ev bang hat kirin: “Girtîgeh û qijleyên leşkeriyê ji bo velavbûna vîrûê herî cihên bi rîsk in. Bi taybetî divê li girtîgehan belavbûna vîrûsê li ber çavan were girtin. Heke pêşî neyê girtin dê mirinên komî pêk werin. Ji ber vê yekê pakêta darazê ya di rojevê de divê demildest bi rêbazên demorkatîk li ber çavan were girtin. Di çarçoveya daxwazên rêxistinên civakî yên sivîl de lazime girtî werin berdan.”    Daxuyiniya hevpar ji van sazî û rêxistinan pêk tê: SES, Belediye Îş, BTS, BES, Egîtîm Sen, Egîtîm Îş, Eşît Yurttaşlik Der, ÎHD, ADD, ÇGD, CHP, EMEP, ESP, HDP, Sol Partî, TMMOB, PSKAD, Weqfa Zeynel Abidîn.