OMCT: Li girtîgehên Tirkiyeyê beyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan 2020-04-01 11:21:00   ENQERE - Ewropa OMCT’ê, diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber vîrûsa koronayê beyî ku cudakarî bê kirin divê girtî zû bên berdan û got: “Emê bi armanca parastina tenduristiya gel û mafê mirovan, ji nêz de Tirkiyeyê bişopîn in.”    Rêxistina Li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) ya Ewropa, ji bo îşkenceya li tevahiya cîhanê bi dawî bibe, parastina mafê mirovan û têkoşîna li dijî ne cezakirinê xebatên xwe bi rêve dibe. Ev rêxistin ji 200’î zêdetir bi rêxistin û saziyên endam re dixebite. OMCT, derbarê pêşnûmeya înfazê ya di 31’ê Adarê de pêşkêşî Meclîsa Tirkiyeyê hat kirin de daxuyanî da û bang pîvana wekheviyê bi cih bîne li Tirkiyeyê kir.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê, bi awayekê pergalî girtina rojnamegeran, parêzeran, mûxalîfên siyasî û parazvanên mafên mirovan, tê bi kar anîn. Bi girtinê tê xwestin ku civake bêdeng bibe. Ger Tirkiye cudakariyê bike di navbara girtiyên divê bên berdan, wê demê wê Peymana Mafê Siaysî û Medenî ya Navneteweyî ya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îhlal bike.”   OMCT’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang li rayedarên Tirkiyeyê kir:    “*Ji ber belavbûna vîrûsa Kovîd-19 divê hemû girtî bêyî cudakarî bê kirin bên berdan.    *Divê bi awayekê wekhev nêzî komên girtiyan bê kirin.    *Divê parazvanên mafên mirovan û girtiyên siyasî beyî ku dereng bikeve bên berdan.”