Xizmên girtiyan pirsa ‘Kanê edalet?’ ji AKP’ê pirsîn 2020-04-01 10:04:19 STENBOL - Bavê girtiyê nexweşê giran Îdrîs Başaran ê 26 salin girtiye Mehmet Emîn Başaran, pirsa “Kanê edalet?” ji AKP’ê pirsî û bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih nagirin, da.  Li tevahiya cîhanê û Tirkiyeyê her roja diçe vîrûsa korona (Kovîd-19) belav dibe. Ji ber vîrûsê rojê bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin. Xizmên girtiyan, ji bo ku zarokên wan bên berdan çav û guhê wan li Meclîsê ye. Gelek welatan ji ber risk û talûkeya şewbê deriyên girtîgehan vekirin û girtî berdan. Lê li Tirkiyeyê ligel ku vîrûs belav bûye û rewşa girtiyan di xeteriyek mezin deye jî girtiyan bernade. Ger vîrûs li girtîgehan belav bibe wê felaketek mezin bi xwe re bîne. Hikumeta AKP’ê ji bo ku pêşiya vê yekê bigire di çarçoveya Paketa Darazê ya 3’yemîn de, neçar ma ku pêşnûme înfazê derbixe. Lê di paketa pêşkêşî Meclîsê hat kirin de, girtiyên siyasî tê de cih nagirin. Vê yekê hişt ku fikarên xizmên girtiyan zêdetir bibin.    Xizmên girtiyan diyar kirin ku ewê vê pakete qebûl nekin û xwestin demildest zarokên wan bên berdan.    26 SALIN GIRTIYE    Yek ji van girtiyan malbata girtiyê nexweşê giran Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê tê girtine. Başaran 26 salin girtiye û di vê pêvajoyê de bi gelek nexweşiyên kronîk ket. Malbat, ji ber vîrûsa koronayê derbarê rewş û tenduristiya kurê xwe de fikarên mezin dijî. Bavê Başaran Mehmet Emîn Başaran, li dijî paketa darazê ya hatiye amedekirin û girtiyên siyasî ji derveyî wê hatin hiştin, heta bêje bi hirse.   ‘EM VÊ QANÛNÊ QEBÛL NAKIN’   Bavê Başaran, da zanîn ku ew vê qanûnê qebûl nakin û wiha axivî: “Hûnê tecawîzkarên zarokan berdin. Hûnê mirovên bi tiryakê civakê jehrî dikin berdin. Hûnê qatilên jin û zarokan beredin. Lê hûnê kesên ji bo nasnameya xwe, zimanê xwe, fikir û ramanê xwe têdikoiin bernedin. Kanê misilmantî, kanê edaleta we? Em vê qanûnê qebûl nakin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Em naxwazin tiştek bi wan were.”   ‘JIYANA WAN DI TALÛKÊ DEYE!’   Başaran, bal kişand ser şertên girtîgehê yên xerab û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jiyana girtiyan di talûkê deye. Berî ku li benda qanûnê bimînin divê girtî bên berdan. Şert û mercên girtîgehan pir xerabin. Em li derve bi zorê xwe diparêzin, gelo ewê çawan xwe bi parêzin. Divê hikumet dest ji vê cudakariyê berde. Xwedî jî vê yekê qebûl nake. Kurê min bi telefonê li min geriya. Ji min re got ‘li vê derê tu bergî nehatine girtin. Em hemû tiştî bi derfetên xwe dikin. Me bi xwe amûrên paqiyê kirîn. Tiştekê nadin me. Em di halê xwe de hiştine. Derî bi ser me de kilît kirine û em terkî mirinê kirine.’”   ‘ZAROKÊN ME BERDIN’   Dayika Başaran Nesîbe Başaran jî, diyar kir ku ji ber rewşa kurê xwe xew nakeve çavê wê û wiha got: “Ger ev şewb li girtîgehan belav bibe, xelasiya tu girtiyan nîne. Talûkeyek mezin li ser girtiyan heye. Dizan, kesên tiryakê difiroşin, tecawîzkar û tacîzkaran berdidin, lê girtiyên siyasî bernadin. Cudariyê nexin navbera giriyan. Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Bila dilê tu dayikan neşewite. Berî ku dilê dayikan bişewite zarokên wan berdin.”    ‘EM BI FIKARIN’   Girtiyê nexweş Salîh Alabalik (49) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Alîaga ya Îzmîrê dimîne jî, ji ber xebatên xweyên siyasî di sala 2006’an de hat girtin. Alabalik di sala 2012’an de hat berdan û piştî Dadgeha Bilind dosyeya wî erê kir di sala 2014’an de cardin hat girtin. Alabalik di pêvajoya girtina xwe de dîtina çavên wê pir kêm bû û di meşê de zoriyê dikêşe.    JI BER KARANTINAYÊ NIKARIN BIÇIN GIRTÎGEHÊ   Kurê Alabalik Baver Alabalik, diyar kir ku di girtîgehan de bergirî nehatine  girtin û wiha got: “Her ku diçe pirsgirêkên tenduristiya bavê min zêdetir dibin. Ji ber vîrûsê fikarên me mezintir bûne. Em bi malbatî di nava gumanan dene. Bi dehan car birin nexweşxanê, jêre gotin ‘tiştekê te tuneye’ paşve şadin girtîgehê. Tedawiya pêwîst ji bo bavê min nayê kirin. Ligel ku piştî vîrûsê xwe ne baş hîs dike jî nabin nexweşxanê. Ger wî bibin nexweşxanê wê di vegera girtîgehê de 14 rojan di karantînayê de bigirin. Ji ber vê yekê bavê min naçe girtîgehê. Girtîgeha ku bavê  min lê dimîne, pir tije. Ji ber vê gelek girtî li erdê radizin. Li hin qawîşên kapasîteya wan 7 kesin, 30-40 girtî dimînin. Di qawîşên wiha qelebalix de gelo wê çawan navberê bixin navbera xwe. Em tim tenduristiya bavê min difikirin. Em dixwazin ligel malbata xwe.”   MA / Îdrîs Sayilgan