Ambargoya li Mexmûrê didome: Derfetên me neman 2020-04-01 09:09:18     MÊRDÎN - Kampa penaberan a Mexmûrê 9 mehin di bin ambargoya PDK'ê de ye. Li gel talûkeya şewba vîrûsê jî ambargo didome û rayedarên kampê nikarin pêdiviyên tibbî temîn bikin. Rayedaran anîn ziman ku hemû derfetên wan ên tenduristiyê xelas bûne û gotin: "Eger ku felaketek bê serê gel, rayedarên hikûmeta herêmî û neteweyî berpirsiyar e."    Kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê 9 mehin di bin ambargoya PDK'ê de ye. Ji ber ambargoyê hemû pêdiviyên jiyanê li ber tunebunê ye. Dîsa pêdiviyên tibbî û tenduristiyê jî xelas bûne. Li gel ku şewba vîrîsa corona (Covît 19) li hemû cîhanê belav bûye û bi deh hezaran mirov dimirin jî pêdiviyên tenduristi û tibbî yên kampê nayê bersivandin. li ber qedînê ye. Li Iraqê heta niha ji ber şewba vîrusê 46 kesan jiyana xwe ji dest dan û 630 kes jî bi şewbê ketine. Li hin bajaran qedexeya derketina dervê berdewam dike. Li Mexmûrê jî ji xeyni qedexeya  derketina derve malê bi tevahiya kampê di bin ambargoyê de ye. Ambargoya ku PDK'ê danîbû ser Mexmûrê 9 meh in didome. Ji ber ambargoyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî wekî zexîre û tenduristiyê temin bikin.    12 HEZAR WELATÎ DI BIN AMBARGOYÊ DE NE    Ambargoya li Mexmûrê piştî di 17'ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlerê 3 rayedarên Konsolosa Tirkiyeyê hatin kuştin dest pê kir û 9 meh in bê navber didome. Ji ber ambargoyê Mexmûra ku 12  hezar şêniyê wê neye di tecrîdê deye. Ji bo ambargo bi dawî bibe her çend rayedar bang dikin jî heta niha daxwazên rayedarên kampê nehatiye bersivandin û ambargo didome.    BI LEZ PÊDIVÎ BI MALZEMEYEN TIBBÎ HENE   Endamê Meclisa Tenduristiyê ya Kampê Doktor Bapîr Gundikramo, diyar kir ku piştî weşb belav bû nêzî mehekê ye ketin û derketina kampê xistine kontrolê û wiha got: "Heta niha em rastî tu bûyerên şewbê nehatin. Em bi terfetên pir bi sînor hewl didin xwe biparêzin. Niha pêdiviya me bi lez ji îlac û malzemeyên tenduristiyê heye. Ger ku şewba vîrûsê bi kesekî re bê dîtin derfet û şertên em mudaxale bikin tune ye. Niha pêdiviyê me ji cîhazên tansiyon, nexweşên kronîk, îlac, malzemeyên antibiyotik, serûm û tibbî hene. ji ber ketin û derketina kampê hatiye qedexekirin em nikarin pêdiviyê xwe yên tibbî temîn bikin. Em bang li hikûmeta herêmî û neteweyî dikin ku van pêdiviyên bi lez temîn bikin."   DERFETÊN ME XELAS BÛNE    Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Haci Kaçan jî anî ziman ku kamp 9 meh in di ambargoyê de ye û derfetên wan ên tibbî û jiyanê xelas bûne. Kaçan anî ziman ku ji ber ambargoya hikûmeta herêmî nikarin derkevin dervê kampê û wiha got: "Her ku diçe şertên jiyanê yên gel zahmet dibe. Em ji tenduristiya zarokê kampê û 12 hezar welatiyen kampê bi fikar in. Em li gorî deretên xwe tedbîran digirin. Lê êdî derfetê me jî xelas bûne. Eger felaketek bê serê gelê kampê, hikumeta herêmî, hikumeta neteweyeyî u hêzê navneteweyi berpirsiyar in.    MA / Omer Akin