‘Corona dê bibe sebebê mirina bi hezaran girtiyan’ 2020-04-01 09:08:26 AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku nêzîkatiya dewletê ya ji bo tevdîrgirtinên girtîgehan weke bombeyeke bi saet lê dike. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan jî diyar kir ku heke girtî neyên berdan vîrûsa coronayê dê bibe sebebê mirina bi hezar girtiyan.   Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyad Ceylan der barê kampanyaya MED TUHAD-FED’ê ya ku 39 sazî, rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê dayî destpêkirin nirxandin.   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bal kişand ser talûkeya vîrusa coronayê û wiha got: “Tedbîrên ku tên wergirtin ne ji bo gel, kedkar, girtî û jina ne, zêdetir ji bo rewşên rojane ne. Dinya hemû hewl dide ku bi xesar û mirineke kêm xwe ji vê rewşê xelas bike, lê desthilatdariya Tirkiyê li pey berjewendiyên xwe ye. Em her roj jî vê rastiyê dibînin. Li aliyê din nexweşî nebe jî em rastiya girtîgehên Tirkiyê dibînin; kapasîteya wan tejî bûn, îhlalên mafan, şertên fizîkî yên girtîgehan, pirsgirêkên tenduristiyê, rewşa bi sedan girtiyên nexweş ên giran... Ji ber di girtîgehan de tevbîrên berbiçav nehatine girtin malbatên girtiyan jî bifikar in.”   ‘RÊGEZA BINGEHÎN, RÊGEZA WEKHEVIYÊ YE’   Aydenîz, da zanîn ku qanûna înfazê ya ku duh berpêşî meclîsê hat kirin divê girtiyên siyasî jî daxilî nav wê bên kirin û wiha axivî: “Dervehiştina girtiyên siyasî ya qanûnê fikarên me zêdetir dike. Di qanûnên înfazê de rêgeza bingehîn, rêgeza wekheviyê ye. Li gorî vê rêgezê, netew, ziman, ol, mezheb, renk, zayendî, baweriya felsefî, fikr û ramanên siyasî ên girtiyan bê cudatî divê qanûn were sepandin. Li dijî xetereya nexweşiyê ji ber ku hemû girtî wekhev in divê parastina wan jî di şertên wekhev de werin pêkanîn. Ji bo ku mafê girtiyan ê jiyan û tenduristiyê were parastin, tedbîrên ku bên wergirtin ji bo her kesê wek hev bin û ji bo raya giştî bertek nîşan bide me kampanyayek daye destpêkirin.”   ‘DI DESTPÊKÊ DE GIRTIYÊN NEXWEŞ Û 60 SALÎ MEZINTIR BERDIN’   Aydenîz, dest nîşan kir ku banga îzolasyona civakî tê kirin lê ev ji bo girtîgehan ne derbasdar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj di girtîgehan de rewşeke neyînî pêk nehatî di destpêkê de girtiyên nexweş û ji 60 salî mezintir, zarok û jinên ku tevî zarokên xwe di hundir de divê bi lez û bez werin tahliye kirin.”  Aydenîz anî ziman ku kampanyaya ku 39 saziya dayî destpêkirin, her roj saziyên nû tev lê dibin û got: “Armanca me ew e ku em xwe bigihînin qadeke gelek fireh. Ji ber ku ji mal dernakevin li ser medya civakî, bi riya telefonan, e-maîlan û bi riya çapemeniya azad xwe digihînin çar aliyê cîhanê. Em bawer dikin ku di rewşeke wisa de em ê bi hêsanî bigihên armanca xwe. Ji ber ku li dijî vê nexweşiyê her kes ji ber ehlaq, wijdan û berpirsyartiya li hemberî hev li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin.”   ‘LI DIJÎ NEXWEŞIYÊ GIRTÎGEH WEK BOMBEYEKE BI SAET IN’   Aydenîz, bilêv kir ku şertên girtîgehên Tirkiyeyê û nêzîkatiya dewletê ya bi zext û zorê, girtîgehan li dijî nexweşiyê weke bombeyeke bi saet lê dike û got: “Di van şertan de kesek bi nexweşiyê bikeve her kes dizane ku ji girtîgehan wê bi sedan tabût derkevin. Em bang li hemû kesên xwedî ehlaq û wijdan dikin ku li dijî vê pakêta darazê ya înfazê ya ku diz, çete, tacîzkar û tecawizkar û kujeran efû dike, lê li aliyê din kesên ku ji bo fikr û ramanên xwe, siyaset û xizmeta xwe ya ji bo mirovahiyê hatine girtin efû nakin, vê kampanyayê îmze bikin.”   ‘DIVÊ GIRTÎ TEQEZ WERIN BERDAN’   Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan jî, bal kişand ser xetereya vîrûsa coronayê û got: “Tehdîta vîrûsê ji bo mirovahiyê hêj berdewam dike. Xetereyeke din jî li ser zindanan heye. Kesên derve bi şiklekî dikarin xwe biparêzin lê zindan ne wisa ne. Tê gotin ku 300 hezar mirovên me di girtîgehan de ne. Ji ber vê yekê her kes dibêje cihê herî xetere ji bo vîrûsê zindan in. Heke vîrûs bigihe zindanan dê bibe sebebê mirina bi hezar mirovan. Ji ber vê yekê em ji rayedarên dewletê re bi taybetî ji Wezareta Dadê re dibêjin divê teqez girtî werin berdan.”   ‘JI VÊ XETEREYE PAŞ VE BIZIVIRIN’   Ceylan, bibîrxist ku hikûmet Pakêta Darazê ya Sêyemîn derdixe û got: “Di pakêta darazê de girtiyên siyasî derve tên hiştin. Kesên ku bazirganiya qirêj kirine, mirov kuştine, destdirêjiya jinan kiriye dê jê sûd wergirin lê yên ku ji ber fikra xwe di zindanê de ne ew ê jê sûd newergirin. Em ji dewletê israr dibêjin ji vê xetereyê paş ve bizivirin. Bila tevahiya girtiyan bêyî cudahî werin berdan. Em ji hikûmetê dixwazin ku peywîra mirovî pêk bînin ku girtî jî bikarin xwe biparêzin.”   Ceylan, xwest ku civak ji bo berdana girtiyan bandorê li ser desthilatdariyê bike û wiha berdewam kir: “Heke civak zextê li ser desthilatdariyê bike wê demê dê mecbûr bimînin ku girtiyên siyasî jî berdin. Divê hêj vîrûs li zindana belavnebûyî demildest zindan werin valakirin ku nebin sebebê komkujiyeke mezin.”   ‘BI HEVKARIYÊ DIKARIN VÊ PÊVAJOYA XETER DERBAS BIKIN’   Ceylan, anî ziman ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin milyoneke îmzeyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji saziyên sivîl, rewşenbîr, kesên ku xwedî wijdan ên ku li vê pêvajoyê xwedî derdikevin bibin dengê zindanan, dengê girtiyan ku em bikaribin ewladên xwe yên li zindanan biparêzin. Ji bo ku kampanya mezin bibe erk dikeve ser milê tevahiya sazî, dezgeh, partî û rewşenbîran. Em peywîra xwe bi cih bînin ne milyonek dê bigihe milyonan mirovan. Em kampanyaya xwe çi qas xurt bikin û dengê xwe bilind bikin em ê rê li deriyê zindanan jî vekin. Daxwaza me ji her kesê xwedî wijdan re heye ku destê xwe bixin bin kevirî li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Ji bo ku wijdanên me ne çilmise divê em girtiya biparêzin û têkoşînê bilind bikin. Bi hevkarî û xwedî derketinê dikarin vê pêvajoya xeter derbas bikin.”