Daxwaza ji bo berdana girtiyê nexweş ê 85 salî red kirin: Dibe ku bireve 2020-04-01 09:06:58 AMED - Daxwaza ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 85 salî bi hinceta "dibe ku bireve" hat redkirin.    Mehmet Emîn Ozkan, di sala 1993'yan de li Licê ya Amedê ji ber îfadeya du îtirafkaran ku kuştina Fermandar Bahtiyar Aydin xistibûn stuyê wî, hatibû girtin. Piştî hatibû girtin cezayê muebeta giran lê hatibû birîn. Parêzerê wî ji ber vîrûsa coronayê xwest muwekîlê wî bê berdan û ji bo vê serî li dozgerî û dadgehê tev de da, lê belê hem dozgeriyê hem jî dadgehê serlêdan red kir.    Ji nexweşîna dil, tansiyon, guatra jehrî, mehandina hestiyan, gurçikan bigire heta dîtin û bihîstinê gelek nexweşînên kronîk ên Ozkan hene. Ji ber van nexweşîna Ozkan ê 85 salî nikare bi tena serê xwe bijî. Piştî vîrûsa coronayê li seranserê cîhanê û Tirkiyeyê belav bû, malbata Ozkan bi rêya parêzerê Ozkan Parêzer Serdar Çelebî ji bo berdana Ozkan serî li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Edeneyê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê da ku muwekîlê wî bê berdan. Lê belê hem dadgehê hem jî dozgeriyê serlêdana Çelebî red kir.    Serlêdan bi hinceta ku "dibe ku bireve" hatiye redkirin.