Hevşaredara Şemrexê Ozaydin hat berdan 2020-03-31 18:39:49   MÊRDÎN – Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin ku di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de bû û ji ber nexweşîna wê sewqî Mêrdînê hatibû kirin û ew xistibûn karantînayê, hat berdan.    Hevşaredara Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin ku di Girtîgeha Tîpa T a Tasrûsê de bû, lê dû re sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hatibû kirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bi gumana vîrûsa coronayê hatibû karantînakirin. Piştî parêzerên Ozaydinê ji bo berdanê serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Mêrdînê dan, dadgehê Ozaydinê berda.    Ozaydin, bi şertê kontrolkirina edlî û bi şertê ku rûniştgeha xwe terk neke hatiye berdan.