KCD: Em kampanyayê îmze bikin, bidin îmzekirin 2020-03-31 17:01:12 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), xwest guhertina paketa darazê ya înfazê xizmeta aştiyê bike û têkildarî kampanya îmzeyan a "Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edalet" got: “Em li kampanya îmzeyan xwedî derkevin! Em îmze bikin û bidin îmzekirin." Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo kampanya îmzeyan a di pêşengiya MED TUHAD-FED'ê de 39 rêxistin, partî û saziyan bi sernavê "Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edalet" daye destpêkirin banga xwedî derketinê kir û got: “Em li kampanya îmzeyan xwedî derkevin! Em îmze bikin û bidin îmzekirin." KCD'ê anî ziman ku li hemû cîhanê li dijî vîrûsê biryarên awarte têne girtin û wiha got: "Wekî hemû raya giştî tîne ziman cihekî bi rîsk û bi lez vîrûs lê belavbibe girtîgeh in. Em jî dixwazin balê bikişînin ser vê kampa bi rîsk. Li gelek welatan bêyî cudakariyê têxe li girtîgehan biryara berdana girtiyan dan."    DIVÊ GUHERTIN XIZMETA AŞTIYA CIVAKÊ BIKE'    KCD'ê xwest meclîs jî têkildarî guhertina zagona înfazê ku girtiyan eleqeder dike, biryarên ku wîcdana civakê birîn nake bidin û wiha lê zêde kir: "Divê ev biryar û guhertin xizmeta aştiya civakê bike. Di vê pêvajoya ku civaka hemû cîhanê di rîskê deye, cudakariya mirovan xizmeta kesî nake. Ji ber vê yekê divê rewşa qeyrana aborî siyasî û civakî ku Tirkiye di navde ye li ber çava bê girtin û ji bo zagona nû biryar bê dayî û guhertin bê kirin. Divê guhertina têkildarî girtîgehan wekhev, adîl û xizmeta tenduristiya mirovan bike. Kampanya îmzeyan a ku di pêşengiya MED TUHA-FED'ê de hatiye destpêkirin em îmze bikin û bidin îmzekirin. Em piştevaniyê bidin hezaran girtiyên nexweş ên di riskê de û bibin dengê wan. Em li kampanya îmzeyan xwedî derkevin û bidin îmzekirin."