ROJEVA 31’Ê ADARÊ 2020'AN 2020-03-31 09:00:26   * Esnaf û şêniyên Mêrdînê bal kişandin ser tevdîrên li dijî şewba vîrûsa coronayê û diyar kirin ku tevdîr kêm in. Esnafan û welatiyan got, divê fatûre bên taloqkirin û tevdîrên ji bo şîrketên mezin hatine girtin esnafên biçûk jî daxilî nav wan bên kirin.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku demek berê av biha kiribû, vê carê jî di bin navê "bedêla lênihêrînê" zemek din kir.    * Xizmên girtiyan, metirsiyên xwe yên ji ber vîrûsa coronayê anîn ziman û gotin: "Em ditirsin ku mirovên di nav çar dîwaran de bi şewbê bikevin. Heger kesek tenê jî pê bikeve wê rewşa hemû girtiyan têkeve xetereyê." Malbatan xwest girtîgeh hemû bên valakirin.    * Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku ji ber qeyrana dil û xwînwerîvîna mêjî 5 rojan di beşa awarte de hat tedawîkirin, niha li qawîşa mehkûman tedawiya wî didome. Keça wî Dîlan Kaya, anî ziman ku bavê wê felcî bûye û xwest rojek berî rojekê bavê wê bê berdan.    * Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Pinar Saîp, bal kişand ser kêmasiyên di warê têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê de û got: "Divê pirsporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin."    * Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz derbarê talûkeya vîrûsa coronayê ya li ser girtîgehan diyar kir ku niha firsendeke mezin e ku girtîgeh werin vala kirin û wan bikin kampusên nexweşxaneyan û got: “Ger gav neyên avêtin wê demên pêş de jiyana girtiyan bikeve xetereyê.”   * Malbatên girtiyan bal kişandin ser talûkeya vîrûsa coronayê û diyar kirin ku rayedarên Tirkiyê deriyê zindana venekin wê dakevin qadan.   * Pêşketînên derbarê vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandîn    *SES, encama anketa xwe ya ji bo tespîtkirina pirsgirêkên li nexweşxaneyan ên di têkoşîna li dijî şewba vîrûsa koronayê de tên jiyîn, wê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkere bike.  (12.00)