Ji bo kampa Mexmûrê li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin 2020-03-31 08:18:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bidawîkirina ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê li ser medya civakî dest bi kampanyeya piştgiriyê hat kirin.    Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ji 17’ê Tîrmeha 2019’an heya niha ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ji bo ku rêveberiya Hewlêrê vê ambargoya li ser gelê Mexmûrê demildest rake, li ser medya civakî dest bi kampanyeya piştgiriyê hat kirin.    Bi taybetî hunermend û siyasetmedarên kurd ên bikarhênerên înternetê, ji bo bidawîkirina ambargoyê bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê ya Federal dikin ku ambargoyê rake.    Di parvekirinên wêneyên kampê hatin dayîn de wiha hat gotin, "Em bang li hikumeta Başûr dikin! Divê ambargo bi temamî bi dawî bibe. Pêşî li felaketa mirovî bigirin û tavilê dest bi xizmeta tenduristiyê bikin. Ambargoyê tavilê rakin."   Piştî ku di 17'ê Tîrmeha 2019'an de rêveberê MÎT'ê Osman Kose li Hewlêrê hat kuştin û şûnde ambargo li ser kampa Mexmûrê hatiye danîn. Ev kampa dibin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Li kampê 12 hezar kurd hene û bi derfetên xwe yên kem debara mala xwe dikin. Ji ber şewba vîrûsa korona (Covîd-19) a li tevahiya cîhanê û Iraqê bi lez belav dibe gefeke mezin li penaberên Mexmûrê dixwe.