Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ji ber coronayê mirin bû 168 2020-03-30 19:56:02     NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi vîrûsa coronayê mirin bû 168. Her wiha kesên bi şewba vîrûsê ketin jî bi giştî bû 10 hezar û 827.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parve kirin.    Koca, diyar kir ku di 24 saetên dawî de 37 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hêjmara kesên ji ber coronayê mirine bi giştî bûye 168. Koca, da zanîn ku li Tirkiyeyê bi tevahî heta niha 10 hezar û 827 kes bi şewbê ketine.