Berdevkê QSD'ê têkildarî girtîgehê daxuyanî da 2020-03-30 17:13:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê QSD'ê Kino Gabrîyel têkildarî hewldana reva DAIŞ'iyan a ji Girtîgeha Hesekê daxuyanî da û got: "Tu DAIŞ'iyan nekarin ji girtîgehê birevin. Li girtîgehê kontrol pêk hat."   Berdevkê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîyel, derbarê DAIŞ'iyên li Girtîgeha Hesekê rageşî derxistin û xwestin bi revin de daxuyanî da. Gabriyel, diyar kir ku di Girtîgeha Hesekê de 5 hezar DAIŞ'î hene û îdîayên DAIŞ'î ji girtîgehê reviyan ne rastin.    Gabriyel, da zanîn ku di dema ragehiyê de hin DAIŞ'iyan qata xarê ya girtîgehê kirin kontrolê û wiha bilêv kir: "DAIŞ'iyan deriyê hûndir ê girtîgehê şikandin û dîwarên navbera qawîşan hilweşandin. Dûre Hêzên me yên Dij Terorê ketin dewrê û mudaxileyî vê rewşê kirin. Ekîbên me yên Dij Terorê hem rageşiya rû da û hem jî girtîgeh kirin bin kontrola xwe. Rewşa heyî niha dibin kontrola me deye. Teqez tu DAIŞ'î ne revîne."