MED TUHAD-FED ji bo girtiyan dest bi kampanya 1 milyon îmze dike 2020-03-30 17:03:11 AMED - MED TUHAD-FED, ji ber şewba vîrûsê belav dibe û balê bikişînin ser rewşa girtiyan kampanya 1 milyon îmze didin destpêkirin.  Federasyona Komeleyeyên Piştevanî û Hiqûyî ya Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED) ji ber vîrûsa corona (Covît-19) li hemû Tirkiyeyê belav dibe û girtî di bin talûkeyek mezin de ne, ji bo parastina girtiyan dest bi kampanya 1 milyon îmze dikin. Di pêşengiya MED-TUHAD-FED'ê de partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sendîkayên kedê jî di navde 39 rêxistin û sazî tev li kampanya îmzeyan dibin. Rêxistin û sazî armanc dikin ku 1 milyon îmze kom bikin.    Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz, diyar kir ku şewba li cîhanê belav bûye talukeyek mezin bi xwe re tîne û ji bo vê yekê pêdivi bi guhertineke zagonî heye. Temizyuz, anî ziman ku divê bêyî cudakarî têxin nava ziman, bawerî û nasnameyan hemû kes ji vê zagonê sûdê bigirin. Temîzyuz, diyar kir ku di guhertina zagona darazê de dibînin ku cudakarî hatye kirin û ji bo girtiyan tu tedbir nayên girtin. Temizyuz, da zanin ku ger di van şertan de vîrus li girtîgehan belav bibin dê çawa karibin rê li pêş wê bigirin û wiha got: "Em wekî MED TUHAD-FED'ê armanc dikin ku ji bo guhertina zonî milyonek îmze kom bikin. Ji bo vê yekê me bi partiyên siyasî, rêxistinên civaki û sendîkayên kedê re hevdîtin kirin. Li ser van hevditinan me biryar da kampanya 1 milyon îmze bidin destpekirin. Armanca vê kampanyayê înfaza wekhevî û edaletê ye. Partiyên siyasî, rêxistinên kedê û sivîl jî dê piştgiriyê bidin û tev li kampanayê bibin."