Bersiva ji bo Wezîr Gul: Ji bo girtîgehan tevdîra pêwîst berdana girtiyan e 2020-03-30 17:01:01 EDENE – Parezer Mehtap Sert, bergiriyên ku di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de hatine girtin nirxand û diyar kir ku divê bi awayekî lez dosyayên girtiyan bên kontrolkirin û bên derdan.  Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di çarçoveya vîrûsa koronayê de ragihandibû ku êdî personelên girtîgehan neşînin malên wan û wan li cihê îzolekirî bi cih bikin. Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Parêzer Mehtap Sert, tevdîrên ku hatine girtin nirxand.   ‘DI ÎNFAZÊ DE WEKHEVÎ’   Parêzer Sert, diyar kir ku hikûmeta guhê xwe ji pêkanîna qedexeya derketina derve û çareseriyên pirsgirêkên sektora tenduristiyê re girtî ye û wiha got: “Bi wayekî xwezayî hikûmetê guhê xwe ji pirsgirêkên girtîgehan re jî girtî ye. Vîrûsa koronayê ji bo mafê jiyanê yê girtiyan fikareke micid derxistiye holê. Parastina mafê jiyanê peywira dewletê ye. Di serî de HDP û rêxistinên mafên mirovan ji bo pêk hatina wekheviya sererastkirina înfazê dixebitin. Bi rengê xwe yê niha sererastkirin ne wekhev û adil e. Divê ku sererastkirin bi awayekî wekhev pêk bê. Dezenfeketeyên ku malbatên girtiyan dibin girtîgehan rêveberiyên girtîgehan van dezenfekteyan bi pere didin girtiyan. Dewlet li şûna ku mafê jiyanê yê girtiyan biparêze, bi çavê karê nêzî girtiyan dibe.”   ‘WÊ ŞERTÊN PAQIJIYÊ YÊ PERSONELAN BÊ AVAKIRIN?’   Sert bersiv da daxuyaniya Wezîrê Dadê Gul a ku gotibû dê personelên girtîgehan neçin malê xwe û têkildarÎ mijarê ev tişt got: “Di vê pêvajoyê de divê dosyayên girtiyan bi awayekî lez bên kontrolkirin û bi şertê kontrola edlî bên berdan. Têkildarî şertên paqijiyê yên personelan agahî tuneye. Gelo wê piştgiriya derûnî bidin van kesên ku têkiliya wan bi malbatên wan re tê birîn, ev ne diyar e. Di encamê de fikarên ku bijîn dê bi awayekî neyînî li girtiyan vegere. Tevdîra pêwîst berdana girtiyan e.”