Li 39 deveran karantîna tê sepandin 2020-03-30 16:40:00 ENQERE - Wezareta Karê Hundir eşkere kir ku 39 deverên girêdayî 18 bajaran ji ber vîrûsa koronayê xistine karantînayê.   Wezareta Karê Hundir di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de, ji 30’ê adarê ve li bajarokekê, 6 taxan, 28 gundan û 4 goman bi giştî li 39 cihên girêdayî 18 bajaran sepana karantînayê pêk anîne. Wezaretê ragihand ku li van deveran tevdîran pêk tînin.