Ji bo kesên ji Stenbolê hatine Mêrdînê hişyarî! 2020-03-30 16:28:19   MÊRDÎN – Li Mêrdînê têkildarî vîrûsa koronayê di aparlorên şaredariyê de anons hat kirin û wiha hat gotin: “Kesên ji Stenbolê hatine ji bo 2 hefteyan li malê xwe bimînin hişyar bikin.”   Li Mêrdînê, li dijî vîrûsa koronayê ji bo ku welatî li malên xwe bimînin ji aporlorên şaredariyê anons tên kirin. Di anonsên îro de hişyariyên ku ji bo kesên ji Stenbolê hatine bal kişandin. Di anonsê de ev tişt hat gotin: “Li Mêrdînê, kesên ji derveyî welat û bi taybetî ji Stenbolê hatine, ji bo 2 hefteyan li malê xwe bimînin û mêvaniya wan qebûl nekin, wan hişyar bikin.” Di berdewama anonsê de bang hat kirin ku kesên agir û kuxika wan heye serî li nexweşxaneyan bidin.