Komeleya Jinê ya Rosayê pergala xebatên xwe parve kir 2020-03-30 15:36:06   AMED - Komeleya Jinê ya Rosayê li ser hesabê xwe yê  medya civakî pergala xebatên xwe parve kir.    Her ku diçe vîrûsa Korona (Kovid-19) belav dibe. Ji bo parastina ji vîrûsa koronayê gelek kar û xebat hatin sekinandin. Komeleya Jinê ya Rosayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pergala xebatên xwe parve kir. Di daxuyaniya li ser medyaya civakî hat parvekirin de wiha hat gotin:"Lige ku em niha wekî beden ji hev dûr bin jî, ew ê di warê piştevaniyê de xebatên me bidomin."   Sîstema xebatê ya Komeleya Jinê ya Rosayê wiha ye:   "*Ew ê xebat ji ber Kovid-19 online dewam bike.   *Ji ber Vîrusa Koronayê niha xebatên piştigiriya derûnî rû bi rû nayê dayin lê belê pêdiviyek lezgîn hebe jî ew ê online ev piştgirî bê dayin.    *Derbarê pêvajoyên hiqûqî de ew ji parêzerên dildar piştgirî bê girtin .   *Ew ê saziyên têkildar bi serlêdanên derbarê daxwaza stargehan de mijûl bibe.    *Ew ê ji bo demekê serlêdan kesên bi tundiyê rû bi rû dimînin bi rêya maîl û telefonan bên girtin. (0552 466 86 21)   *Serlêdan ew ê li ser esasên dildariyê bên girtin."