Li Qersê 3 gund û taxek xistin karantînayê 2020-03-30 15:29:50   QERS - 3 gundên girêdayî Qaxizman, Dîgor û Cilawûz û taxeke bajaroka Dagpinar ji ber vîrûsa koronayê xistin karantînayê.    Gundê Karabag a navçeya Qaxizman, gundê Turkmeşen ê Dîgorê, gundê Erdagi yê navçeya Cilawûz û Taxekê bajaroka Dagpinar ên Qersê, ji ber vîrûsa korona (kovîd-19) xistin karantînayê.    Ketin û derketina gundan hat qetexekirin.