'Zarokên bi vîrûs û bê vîrûs xistin heman unîteyê' 2020-03-30 15:27:56 MÊRDÎN - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, hat îdeakirin ku 3 zarokên bi vîrûsa corona û 7 zarokên bê vîrûs xistine heman uniteyê. Midûrê Karê Îdarî yê Nexweşxaneyê jî parast ku her nexweş di yek odeyê de ye.  Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat îdeakirin ku 3 zarokên şewba vîrûsê bi wan re hatiye dîtin û 7 zarokên bê vîrûs di heman unîteyê de hatine bicih kirin. Li gorî agahiyan 4 roj berê li Unîteya Venêrtinê ya Zarokan a Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, zarokek ji ber kuxik û germahiya zêde hat razandin. Piştî muayineyê teşhîs kirin ku zarok bi zatureyê ye. 2 roj şûnde rewşa zarok xerab bû û li ser israra bijîşkekî din tomografiya zarok hat kişandin. Di encama tomografiyê de hat teşhîskirin ku zarok bi şewba vîrûsê ketiye. Piştî testa zarok hat kirin. Di destê de derket holê ku zarok bi şewba vîrûsê ye.   LI HEMAN UNÎTEYÊ XISTIN KARANTÎNAYÊ    Di encama testan de hat tespîtkirin ku di xwîna 3 zarokan de vîrûsa corona heye. Li ser vê yekê li ûnîteyê beşa qarantînayê ava kirin. Hat fêrbûn ku 7 zarokên ku vîrûs bi wan re tune û 3 zarokên bi vîrûs di heman ûnîteyê de hatin bi cih kirin.    DI KESÊ HEMŞÎREYAN HIŞYAR KIRIBÛ DE VÎRÛS HAT DÎTIN   Dîsa nexweşekî ku 4 roj berê ji ber kuxik û laşê wî zêde sincirîbû anîn Nexweşxaneya Mêrdîn, nexweşiya şewba vîrûsê pêre hat dîtin. Hemşîreyekê diyar kir ku hemû hemşîreyan hişyar kiriye ku vîrûs bi nexweş re heye, lê dîsa testa wî nehatiye kirin û tedbîr nehatine girtin. Hemşîre anî ziman ku gelek hemşîre 4 rojan bi nexweş re eleqeder bûn û wiha got: "Hin hemşîreyan tedbîr girtin, lê hin hemşîreyan jî tedbir negirtin û bi nexweş eleqeder bûn. Piştî israrek zêde testa nexweş hat kirin û di encama testê de derket holê ku nexweş bi şewba vîrûsê ye. Di vê rewşê de em nizanin em ê çi bikin. Tiştek ji destê me nayê. Rewşa nexweş pir giran e.    MIDÛR: NEXWEŞ DI ODEYÊN CUDA DE NE    Midûrê Karê Îdarî yê Nexweşxaneyê jî parast ku her nexweş di yek odeyê de ye.