ÎHD: Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bergiriyên pêwîst nehatin girtin 2020-03-30 13:32:56 AMED – ÎHD’ê ragihand ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dijî vîrûsa koronayê bergiriyên pêwîst nehatine girtin û bang kir ku di xebatên sererastkirina înfazê de şertê wekehviyê li ber çav bê girtin. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî lêkolîna xwe ya li Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyeke nivîska da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vîrûsa koronayê ku bi mirina 10 hezaran kesî gef li Cîhanê dixwe, li Tirkiyeyê bi awayekî bi bandor hebûna xwe didomîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gel ku her roj hejmara miriyên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin û kesên pê dikevin zêde dibe jî bergiriyên pêwîst nayên girtin û ev tişt hat gotin: “Li girtîgehan li gel neberdana girtiyên temenê wan di seriya 65’an de, girtiyên bi nexweşîna kronîk ketine, girtiyên ducanî û girtiyên bi zarok û zarokên girtî, tê dîtin ku bergiriyên ku hatine girtin jî kêm in û ne bes in.”   Di daxuyaniyê de ji bo birgiriyên li dijî vîrûsa koronayê ev daxwaz hatin kirin:   “*Têkildarî guhertina qanûna bicihanîna ceza, divê pîvana wekheviyê bi cih bê anîn, dema cezakirinê bê kêmkirin, mexdûriyeta mehkûmên dezavantaj li ber çavan bê girtin, bi rengekî negirtî bên darizandin û ev yek tavilê bibe qanûn.   * Ji bo girtî karibin tenduristiya xwe biparêzin û devera lê ne û xwe paqij bikin, malzemeyên paqijiyê ji wan re bên dayin, derfetên wan hebin ku karibin bi pereyê xwe malzemeyên paqijiyê peyda bikin û devera lê ne her roj bên dezenfektekirin.   * Têkildarî tevdîrên li girtîgehan ên li dijî vîrûsê, her wiha pêkanînên karantînayê û rewşa tenduristiyê ya girtiyan, di serî de malbatên girtiyan û parêzerên wan, raya giştî bi rêk û pêk bên agahdarkirin.”