Li Tirkiyê 23 kesên din bi vîrûsêmirin: Hêjmar gihişt 131 kesan 2020-03-29 20:01:55   NAVENDANÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê 23 kesên din jî bi vîrûsê mirin û 1815 kes jî bi şewba vîrûsê ketin. Heta niha bi giştî 131 kes bi vîrûsêmirin û 9 Hezar û 212 kes jî bi şewba vîrûsê ketin.    Li Tirkiyeyê roj biroj hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona dikevin û dimirin zêde dibe. Di 24 saetên dawî de 23  kesên din mirin û 1815 kes jî bi şewbê ketin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ku her rojê carekê tenê têkildarî encama vîrûsê daxuyanî dide, daxuyanî da û got: "Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa corona (Covît-19) 23 welatiyên din jiyana xwe ji dest dan. Testa 1815 kesên din jî posîtîf derketiye." Koca anî ziman ku li ser 1815 kesên din vîrûs hatiye dîtin û bi vê yekê ji 11'ê Adarê heta niha ji ber vîrûsa corona 131 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 9 hezar û 212 kes jî bi şewba vîrûsê ketine.