Uca êrîşa li dijî goristana Êzidîyan şermezar kir: Hurmetên nîşanî miriyan bidin 2020-03-29 13:22:40   MÊRDÎN - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca bertek nîşanî êrişa li dijî goristana Êzidîyan a 300 salî da û got: "Ev êrîşek li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin hurmetê nîşanî goristan û miriyên me bidin."    Di 27'ê Adarê de kesên nasnameya wan nediyar li Gundê Mezra Mihoka êrîşî Goristana Hesen Begê Êzidî ya 300 salî ye kirin. Kesên nasnameya wan nehat zanîn zerar dan goristanê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca tekildarî êrîşa li dijî goristana Êzidîyan a 300 salî, daxuyaniya nivîskî da û êrîş şermezar kir. Uca, êrîş wekî "li dijî mirovahiyê" pênase kir û got: "Em dixwazin hurmetê nîşanî goristan û miriyên me bidin. Ev êrîş ne erîşa ewil a li dijî gor û goristanên Êzidî ne. Berê jî êrîşî goristanên Êzidîyan kirin. Lê êrîşkar û faîl nehatin dîtin û nehatin darizandin. Hem nehatin dîtin û hem jî pirsnameyên têkildarî vê meseleyê nehatin bersivandin. Ji ber van êrîşan civaka êzidî dikeve nava fikaran. Gor û goristan nirxê herî pîroz ên Êzidîyan e. Êzîdî di dîrokê de heta niha ji ber çand, ziman û baweriya xwe 73 caran rastî fermanan hatine. Koçber bûne û bûne hedef. Êzidî li ser axa xwe, xwe di ewlehiyê de nabînin. Ev êrîş civaka Êzidî dixe nava fikarên mezin. Êzidî li ser vê axê gelê herî qedîm û bi kok e. Erka dewletê ya bingehîn ewe ku rê li pêş van êrîşan bigire ye. Divê ne tenê Êzidî, divê hemû bawerî, çand û nasnameyên din biparêze."