Bi wêneyan kolanên Enqereyê 2020-03-29 10:35:23   ENQERE - Ji ber vîrûsa corona gelek kolan û neqebên Enqereyê vikî vala mane. Lê qelebalixiya li Qada Îtfaiyê ya bazara xizanan, pêşiya PTT û ÎŞKUR'ê balê dikişîne ser xwe. Nûçegîhanên me yên tedbîrên tenduristiyê yên şexsî girtin, derketin kolanê û bi wêneyan rewşa kolanên Enqereyê raxistin pêş çavan. Wêne rewşa rojên bi Corona yên Enqereyê nîşan dide.    1- Welatiyê 62 salî ku xaniyê wî tune, li Kolana Saglik 1, ji çopan xwarinê kom dike.    2- Li pêş Dost Kîtap Evî ku bûye remza bajar, navbera welatiyên li ser bankan rûniştine balê dikişîne.    3- Bazara Yenîşehîr ku yek ji cihê herî qelebalix ê Semtê ye, hemû dezgeh girtî ne.    4- AMV ya Kizilay ku êdî girtî ye, meşa turîstên Efrîqayî ya li kolanê ku bi tenê dimeşin balê dikişîne.    5- Kolana Ziya Gokalp ku beriya şewbê ji aliyê trafîkê ve kolana wê herî qelebalix a Kizilayê bû, niha êdî trafîk pir kêm e.    6- Li kolana Konur a sembol a Enqereyê êdî mirov bi tiliyên destan tên jimartin.    7- Girseya li dora Bîrdariya Mafê Mirovan ku Walîtiya Enqereyê di 2017’an de heta 26 mehan bi hinceta "Ewlehiyê" xistibû binçavan û dorpêç kiribû, êdî belav bûye.    8- Rêboriya jor, a li hemberi Edliyeya Enqereyê, piştî edliyê navber daxizmetê êdî sewal di ser de diçin û tên.    9- Peykerê "Mirovê li ser piyan" mirovan sewqî girêdana maskeyan dike.    10- Li bin pira Sıhhiye maskeyên rengo reng ên bi destan hatine çêkirin bi 10 TL tên firotin.    11- Li pêş Edliyeya Enqereyê êdî tenê polîs radiwestin.    12- Welatiyên ku navber xistine nava xwe û li Parka Abdi Îpekçî hewayê distînin mizgîniya biharê didin.    13- Li pêş PTT'ê welatî ji bo fatura û kargoyên xwe bişinin ketine dorê.    14- Li Çankayayê esnafan dikan girtine. Li navçeya Altındag a ku welatiyên xizan lê dijîn, li Pazara Qada Îtfaiyê qelebalixiya mirovan balê dikişîne.    15- Li dikanên bajer refê kolanya tev vala ne.    16- Li Hewşa Mizgefta Kocatepe bêdengî heye.    MA / Emrullah Acar - Eylem Akdağ