Prz. Demîrbag: Li derve hiştina girtiyên siyasî ya pakêta darazê li dijî rêgeza wekheviyê ye 2020-03-29 09:41:15   ÎZMÎR – Hevsokê Şaxa OHD'ê ya Îzmirê Prz. Mazlum Demirbag, bal kişand ser naveroka Pakêta 3'emîn a Darazê ya înfazê û anî ziman ku dûrxistina girtiyên siyasî ya pakêta darazê li dijî pîvan û rêgezên wekheviyê ya Destûra Bingehîn e û xwest zagon ji bo girtiyên siyasî jî derbasdar be.    Bertek û nerazîbûnên li dijî pakêta 3'emîn a darazê ya înfazê zêde dibe. Ji ber vîrûsa (Covid-19) li hemû bajarên Tirkiyeyê û cîhanê belav dibe malbatên girtiyan û saziyên malbatên girtiyan bi fikar in. Malbat û sazî dixwazin pakêt ji bo hemû girtiyan derbasdar be û hemû girtî bêne berdan. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Mazlum Demîrbag, anî ziman ku li gorî daxuyanî û agahiyan tê dîtin ku hikûmet dixwaze vê pakêtê li dervê girtiyên siyasî di meclîsê re derbas bike û wiha got: "Li Tirkiyeyê cihê herî bê parastin girtîgeh in. Ger ku ev şewb bigêje nexweşxaneyan hikûmet dê nikaribe tedbîrê bistîne. Xwarin, paqijî, tedbîrên tedawî kêm têr nakin. Amadekariya hikûmetê li girtîgehan tune ye. Ji ber vîrûs her roj belav dibe, girtî di bin rîskek mezin de ne. Ger ku ev zagona darazê denê ji bo girtiyên edlî derbasdar be, li dijî rêgeza edalet û wekheviyê ye. Divê ev pakêt hemû girtiyan têxe nava xwe. Divê li gorî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn be. Divê ji bo hemû girtiyên siyasî jî derbasdar be. Ji bo wezîrê dadê li dijî talûkeya vîrûsê erka xwe pêk bîne divê 3’emîn Pakêda Darazê ji bo hemû girtiyan derbasdar be.    Demîrbag, anî ziman ku piştî darbeya 2016'an û şûnde hikûmetê demokrasî û hiqûq cemidandiye û wiha bi dawî kir: "Dewletê piştî darbeya 2016’an ji Kurd, sosyalist, çepgir, karker, jin û beşên muxalif re got; 'Ez Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dicemidînim. Ji bo min her kes dibe ku terorîst e. Ez dikarin wan bigirim û bavêjim girtîgehê' Piştre dest bi polîtîkaya girtinê kir. Em di literaturê de ji vê yekê re dibêjin hiqûqa dijminatiyê."    MA / Esra Solin Dal