Hevşaredarê Xalfeliyê Hasan Safa hat girtin 2020-03-27 17:18:07     ÎDIR - Hevşaredarê Xalfeliyê Hasan Safa ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin hat girtin.    Di 23'yê Adarê de qeyûm tayinî şaredariya HDP'î ya navçeya Xalfelî ya Îdirê hatibû kirin. Piştî qeyûm hat tayinkirin Hevşaredara Hasan Safa hatibû binçvkirin. Safa piştî karên îfadeyê yê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr îro danê sibehê sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Sfa sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi heman îdiaya Safa girt û şand Girtîgeha Îdirê.