Ûyanik bersiva Soylû da: Ev malbat û polîs jî di nav de ne gelo? 2020-03-27 15:32:23   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Rêxistina HDP’a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik bersiva Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû ê da û got: “Wezîrê Hundir, welatiyê ku qala wan dike gelo van malbat û polîsên li ber deriyê partiya me jî di nav de ne?”   Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû duh di bernamey televîzyonek de têkildarî vîrûsa koronayê axivîbû û ji bo izolasyona civakî (sosyal) gotibû “Li herêma Rojhilat û Başûrêrojhilatê Anatoliyê tengezarî heye. Lê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê her kes li malê xwe ye.”    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiva daxuyaniya Soylû da.    Alokmen bi hastagiya “#LiMalBimîne (#EvdeKal)” twîtek bi wêneyên wan malbatên li ber avahiya wan belav kir û got: “Wezîrê Karê Hundir dibêje ku welatiyên Başûrojhilatê welat guh nadin izolasyona sosyal. Welatiyê ku qala wan dike gelo van malbat û polîsên li ber deriyê partiya me jî di nav de ne???”