Ji bo gel agahdar bikin maseya krîzê hat avakirin 2020-03-25 14:42:44   KOCAELÎ - Rêxistina HDP’ê ya Îzmîtê, bi avakirina Maseya Koordînasyona Krîzê, agahiyên têkildarî rêbazên parastinê yên li dijî vîrûsa koronayê bi pergalî parve dike.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîtê, ji ber şewba vîrûsa koronayê Maseya Koordînasyona Krîzê ava kir. Ev koordinasyon, agahiyên têkildarî rêbazên parastinê yên li dijî vîrûsê bi pergalî welatiyan agahdar dikin. Koordînasyon civînên xwe li ser înternetê çêdike û her roj bi dîtbariyên amade dike, ji encamên partiyê re radigihîne.    Ev xebat di heman demê de li ser hesabê medya civakî ya fermî ya partiyê jî tê parvekirin.