‘Bila malbatên girtiyan ji CİMER’ê re daxwaznemeyan bişînin’ 2020-03-25 11:12:40 AMED - Xwişka Rojhat Bat ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, Ronda Bat diyar kir ku ji bo ku hemû girtî werin berdan kampanyaya daxwaznameyan dane dest pê kirin. Bat, bang kir ku hemû malbatên girtiyan daxwaznameyan ji CÎMER’ê re bişînin. Malbatên ku girtiyên wan li Girtîgehan Tîpa D a Amedê dimînin, ji bo ku girtî serbest werin berdan kampanyaya ji Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) re daxwazname şandin dan dest pê kirin. MED TUHAD-FED û komeleyên ku girêdayî wê jî vê kampanyayê dimeşînin.   Yek ji wan malbatan jî malbata Bat e. Xwişka Rojhat Bat ê ku 3 sal û nîve di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne Ronda Bat diyar kir ku roja pêncşemê piştî ku bi birayê xwe re axivîn biryara daxwaznameyê û şandinê wergirtinê û wiha got: “Birayê min diyar kir ku şert û mercên wan gelek xerab in. Ava ku her roj didin wan birîne, ava gerim jî gelek kêm didin wan. Danûstandina kantînê ji hefteyê carekê bûye mehê carekê. Dezenfektan û malzemeyê paqijiyê tune ye. Li ser vê yekê ez bi malbatên din re ketim têkiliyê ku girtiyên wan ka çi gotine. Wan jî heman tişt gotine.”   ‘BI HEZARAN MALBATAN SERÎ LÊ DAYE’   Bat, dest nîşan kir ku girtiyan ji wan xwestiye biçin dozgeriyê û ser rewşa wan daxwaznameyan bidin û wiha axivî: “Ji ber ku adliye girtî bûn me nikarî daxwaznameyan bidin dozgeriyê. Ji ber wê me biryar da ku ji CÎMER’ê re daxwaznameyan bişînin. Me daxwazname roja pêncşemê amade kir û bi malbatan re parve kir. Me daxwazname di heman rojê de ji CÎMER’ê re şand. Heta vêgavê bi hezaran serî lê dan çêbûne û hêj berdewam jî dikin. Bi riya partiyên siyasî, parêzer û medya civakî me ji malbatên ku girtiyên wan di girtîgehên din de jî parve kir. Ji bo ku ev daxwazname zêdetir belav bibe û bigihe malbatên girtiyan me ji MED TUHAD-FED’ê û hin komeleyan re jî şand.”   ‘XWEDÎ LI GIRTÎGEHAN DERKEVIN’   Bat, da zanîn ku tenduristî mafê mirovan yê herî bingehîn e û wiha berdewam kir: “Sucê girtiyan çi be bila bibe parastina tenduristiya wan di berspirsyartiya dewletê de ye. Lê paketa daraze da cudatî tê kirin. Ji girtiyên siyasî re tiştekê nadin.” Bat, anî ziman ku divê hemû girtî bê cudahî werin berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyek bi vê nexweşiyê bikeve wê hemû girtî pê bikevin. Ev berpirsyartiyeke mezin e. Bila hemû malbatên girtiyan jî daxwaznameyan bişînin CÎMER’ê û xwedî li girtîgehan derkevin.”   DAXWAZNAME   Daxwaznameya ku malbat ji Cîmerê re dişinin ev e: “Li hemberî nexweşiya coronayê li gelek deveran tedbîrên awarte girtine. Di çarçoveya van tedbîran de li gelek welatan girtî serbest berdan. Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî daxuyani da ku li girtîgehan tedbîr hatine girtin, bê pere malzemeyê paqijiyê hatiye belav û girtîgeh hatine dezenfekte kirin. Lê dema bi birayê xwe yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne re axivîm,diyar kir ku xwarin ne paqij in, derfetên ava gerim nînin û nexweşên ku kronîk jî di nav de girtî nayên tedavî kirin. Tê dîtin ku li girtîgehan tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Ji ber vê yekê girtî rîska ku bi nexweşiya coronayê bikevin re vekirî ne û terkî mirinê kirine. Ji ber vê yekê rewşa girtîgehan divê li ber çava were girtin û heta ku tehdîda vîrûsa coronayê ji holê rabe dixwazim birayê min …. serbest were berdan.”   MA / Fahrettîn Kiliç