Cenazeyê Saltanê HPG'î hat definkirin 2020-03-24 21:30:42     AMED - Malbata Saltan, cenazeyê kurê xwe Kûtbettîn Saltanê HPG'yî ku di operasyonek eskerî de jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Deriyê Mêrdîn a Amedê defin kir. . Kutbettîn Saltan ê HPG'yî di 22'ê Adarê de li Omeriya ya Mêrdînê di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Saltan, cenazeyê kurê xwe li Goristana Deriyê Mêrdîn a li navçeya Sûrê ya Amedê defin kir. Hat hîn bûn ku rayedarên eskerî îro telefonî malbatê kirine ku biçin cenazeyê kurê xwe bigirin. Li ser vê yekê malbat jî çû Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Piştî ku malbatê cenaze teşhîs kir rayedaran cenaze radestî malbatê kirin. Malbatê jî cenaze girt û ber bi Amedê ve bi rê ket.    Hat hîn bûn ku di dema têketina Amedê polîsan qederekê wesayîta cenaze daye sekinandin. Paşê malbatê cenaze di saet 20.30'an de li Goristana Deriyê Mêrdîn a li navçeya Sûra Amedê tevî 20 kesan defin kir. Di dema definkirinê de polîsan goristan dorpêç kir û nehiştin ji xeynî ferdên malbatê kes tev li merasîma definkirinê bibe. Ji ber vê endam û rêveberên MEBYA-DER'ê û bi dehan welatî li paş dorpêça polîsan hatin sekinandin.   Malbat dê şînê li mala xwe ya li Taxa Şehîdlîkê ya navçeya Yenîşehîrê deyne.