‘Bila li Girtîgeha Îmraliyê venêrîn bê kirin’ 2020-03-24 09:56:02 ERZIROM – Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Erziromê Medenî Aygul, diyar kir ku li girtî bi vîrusa koronayê re rû bi rû ne û terkî mirinê hatine kirin û bang kir ku Girtîgeha Îmraliyê jî di nav li hemû girtîgehan ji aliyê heyeteke serbixwe lêkolîn û venêrîn bê kirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Erziromê Medenî Aygul, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş a ji ber vîrusa koronayê û diyar kir ku di rewşeke muhtemel a vîrusê de li girtîgehan dê encamên gelek giran rû bidin. Aygul, xwest ku li dijî rîsqê bi awayekî lez û bez tehliyekirina girtiyan dest pê bike.   ‘DIVÊ JIN Û ZAROK BÊN BERDANÊ’   Aygul, bi bîr xist ku li girtîgehên ku binpêkirinên mafan li wan pêk tên, 457 jê giran bi giştî hezar 333 girtiyên nexweş hene û got ku divê van girtiyan demek berê demekê bê şert bên berdanê. Aygul, xwest ku agahî û rewşa girtiyên nexweş bi raya giştî re bê parvekirin û bi van gotinan bal kişand ser rewşa zarokên girtî: “Li girtîgehan 3 hezar û 100 zarokên girtî û hikumxwar hene. Dîsa 780 zarok bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin. Divê ku jinên ku zarokên wan û jinên ducanî bên berdan û cezayê wan bê taloqkirin. Divê zarokên girtî jî demeke nêzde bên berdan.”   ‘MIROV NIKARIN TERKÎ MIRINÊ BÊN KIRIN’   Di berdewama axaftina xwe de Aygul, destnîşan kir ku gelek girtî li gel rapora ku “nikarin li girtîgehê bimîne” jî nayên berdan û ev tişt anî ziman: “Girtîgehên Tirkiyeyê niha di bin rîsqeke mezin de ne. Ji qapasîteyê zêdetir 66 hezar girtî Û hikumxar hene. Li girtîgehan di hêla paqijiyê de timik pirsgirêk hene. Li gorî daxuyaniyên saziyên sivîl; pêwistiyên girtiyan ên paqijiyê nayên temînkirin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku berpirsyariyên xwe yên di mijarê de demildest bi cih bîne.”   ‘BILA GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN’   Aygul, bal kişand ser 3’emîn Pakete Darazê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ku ji bo girtiyên siyasî û hemû girtiyên ku di koma rîsqê de ne jî sererastkirin di pakêtê de cih bigirin û bên berdan. Divê dewlet mafê jiyanê yê mirov bike bin teqeziyê. Ji rewşeke muhtemel a neyînî dê hikûmet berpirsyar be. Ji bo pêşî li felaketê bê girtin divê girtîgeh bên valakirin.”   BANGA LI WEZARETA DADÊ   Di dawiya axaftina xwe de Aygul, bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê jî û têkildarî miajrê ev tişt gotin: “Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye jî di nav de divê li hemû girtîgehan ji aliyê heyteke serbixwe ve lêkolîn û venêrin bên kirin. Bang li Wezareta Dadê dikim ku hejmara xebatkarên tenduristiyê li girtîgehan zêde bike û lêkolîn û venêrînê bi xebatkarên tenduristiyê bide kirin. Divê vê yekê jî di bin şertên paqijiyê de bike.”   MA / Dîndar Karataş