Marmara TUHAY-DER'ê hişyarî kir: Ku vîrus li girtîgehan belav bibe emê nikarin pêşiyê bigirin 2020-03-24 09:32:51 STENBOL - Hevserokê Marmara TUHAY-DER'ê Husnu Taş, bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona û diyar kir ku guer vîrûsa corona li girtîgehan belav bibe dê nikaribin pêşiya wê bigirin. Taş xwest demek berî demekê hemû girtî serbest bêne berdan.  Li Tirkiyeyê roj bi roj hêjmara kesên bi şewba vîrûsê dikevin û bi vîrûsê dimirin zêde dibe. Di 13 rojan de 37 kes mirin û 1529 kes jî bi şewbê ketin. Li Tirkiyeyê nêzî 300 hezar girtî hene. Bi taybetî girtî bi komî dijîn û ev rîska belavkirina vîrûsê zêde dike. Ji ber vê yekê parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û malbatên girtiyan her roj daxuyaniyan didin û dixwazin demek berî demekê hemû girtî serbest bêne berdan.  Hevserokê Marmara TUHAY-DER'ê Husnu Taş, bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona û diyar kir ku guer vîrûsa corona li girtîgehan belav bibe dê nikaribin pêşiya wê bigirin. Taş xwest demek berî demekê hemû girtî serbest bêne berdan. Taş, anî ziman ku wekî gelek girtîgehan li girtîgehên herêma marmarayê jî girtîgeh wan dixin nava fikaran û rîska vîrûs li girtîgehan belav bibe zêde ye. Taş, bi taybetî li ser rapora Komeleya Hiqûqê ya ji bo Azadiyê (OHD) ya der barê girtîgehên herêma marmarayê de rawestiya û wiha got: "Li gorî raporê li gel Kovit-19 belav bûye jî li girtîgehan paqijî nayê kirin û her roj gardiyan diçin û tên û ev yek bêtir rewşa girtiyan dixe rîskê. Taş bilêv kir ku herî zêde girtî di bin rîskê de ne û xwest hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.